ZOZAN XWES IN
Li Kurdistanê ku hat bahar
Koçer dimesiyan zozanan
Zarokan diçêrand berx û kar
Naxir. gavan, mîh, sivanan
Zozan wek bûkan dixemilîn
Bi hezar tewr gul û nêrgizan
Gewr û rind Ii nav dimilmilîn
Bûkên dest bi hene û refê qîzan
Mêrg zer dikin ji kulîlkan
Mirov serm dike ku mêzeke
Kesk û sor wek xêliya bûkan
Mirov dibê bîre dilê xwe ke
Li havînê Ii berxbirînê
Masiçanik nû kulîlk didin
Ku pale ketin giya ji bo çinînê
Guling û giya nû bîhn didin
Kaniya Qîçî, Ii Qîçîmergê
Dor bi pêjek û qicîne
Dibe berket ji çîxîl dizê
Zelal wek neynik sîrin e
Li Mexelsor lolep dibên
Av dixulxulin ji bin zinaran
Miradê kê bibê Ii ser vê
Dibe xwediyê cotê zaroyan
Xwesî û bûk tev qîza malê
Meska dew dardixin Ii sêpîyan
Çûrtan hisk dibe li ser holê
Mast dikin rûn bi hukmê pîyan
Bi keda enyê disixulin
Kal û xortên me koçeran
Bi xwîdanê jîyanê dikirin
Tev pale û tev rencberan
Zozan xwes in, bi rengekî din
Payîzê Ii beran berdanê
Kêf û sahî û dawet dibin
Dem dibe dema jîyanê
Konên res xemla zozanan
Zozanan li hêviya konên res in
Bi çît û perde ji bo mêvanan
Mêvan sevgerê sevê resin
Li zozanan her tist ges e
Gul û sosin û nêrgiz pirtir
Lê serxwebûn azadî dimese
Ka tist heye ji vî tisti xwestir
Gelo zozan çiqas xwes in
ji me ra Tirkan ew jî pir dîn
ji aliyê mirovatiyê ve jî rûres in
Hîtler bûye sagirtê wî.
Geri