SOSIN Û NÊRGIZ
Bahar hat Kurdistanê
Sosin û nêrgiz hêsin ban
Dem bû dema jîyanê
Gul sor bûn mîna xwîn bûn
Sosinê got nêrgizê
Go gelo ji me kî rind e
Nêrgizê go sosin qîz e
Go ez rind im lê tewr tu rinda gund î
Bi hev ra qirar kirin
Gotin em barkin herin bi lez
Koçer bûn mal bar kirin
Bi hev ra çûn cem gula gewez
Gotin rengekî te jî, ji xwînê
ji te ra dibên gula rez
Nade ber de kes nig bi rindbûnê
Daxwaziya me tu bîne sûnê
Gulê go xwengên delal
Belê wele ez rind im
Bi serê Rustemê Zal
Hûn bi rindiya ser bilind in
Bi gorna Séx Sehîdê kal
Hûn sewle didin wek findan
Herwekî wan fam nekir
Lê gulê ji sehidan kise kir
Rabûn çûn cem rihanê
Gotin ew e xemla geliyan
Ew jî ji saxêk jîyanê
Encax ew zelal dike vîyan
Rîhanê go her tist zelal e
Sosin û keç nêrgizê
Rindî Ii we helal e
Kaniya rengan ji we dizê
Bîhna xwes bîhna min e
Lê rengê we yê cuda
ji we ra mirin tune
We girtiye ji xwîna sehîdan
Rindbûn heye ji wî rintir
Sosin û nêrgiza delal
Min çavê xwe bi we kil kir
Ber rindbûna we bûm Ial
Sosinê go nêrgizê
Me jî rindbûna xwe nas kir
Haydê em biçin dozê
Nezaniyê mala xwe bar kir
Biharê tim dibiskivin
Li ber kelem û daran
Wek sehidê nemir dilivin
Li zozanan û Ii waran.
Geri