LI ZOZANAN
Quling tên û diqingînin
Mîna kilama dawetê
Li çavkaniyan ref datînin
Wek mildana govendê
Sub rabfûm, min dest û rû sûst
Qîzik mesiyan bindariyê
Gijgêlekê erd dadimist
Lê ew dihatin ji bo bêriyê
Rabû Ii subû kofî bada
Hûr hûr dewê xwe dikîya
Li navrojê kuleng hilgirt
Mesiya beriya mîyan
Li navrojê mî tên danan
Wan ristika xwe Ii dar dikir
Bêri kirin Ii sivanan
Lê wan sîrê xwe Ii dan dikir
Li baharê mêrg çim didin
Wek memikê qiza azew
Gul û sosin tey bihn didin
Mina bîhna misk û ember
Mêrg çim didin Ii baharê
Bi nêrgizan dixemlin
Kewa min di nav da dimesî
Lê çavan dît, dil xewirî
Ev lêvê mîna qêraz
Gulek ji gulên zozanan
Çav û biryên res û qeytan
Nayên pesnê, bi zimanan..
Geri