GIYAYÊN ZOZANAN
Biharê sosin û rîhan hêsîn
dibin li zozanan û li çiyan
Gulik û gulbend dibin
lewend tev berfîn û gulîkan

Ii bin belekiyan bîhn dide
guling û giya.
Siyamo û gubelik divê ez
kinkor û masicanik bi lez
bi hev ra radibin pîya.

Hemû giya wek birek pez
xwe digînin cem gula gewez
zîwan û safêrikê
Ji bîr nakin dûr û nêzîk ev ê
Ji xwe ra rakin.

Dibin mêvanê resgiya
Dixemlînin best û mesîl
newal û terîzan mêrg û geliyan.
Sîra mêrgan û tirsok hultirsik û gaperçok
mele û seytanok ji ne kêm in

Li hês dikevin mîna lok.
Hêlina hevalan dibin dîrok çekem û gezik
rewsa geliyan zîwan û kevlo gezgezik û sok.
Bi hev dikevim hemû giya xwe dixemlînin
koçer jî, ji beriyê dizivirin

Jîyanê tînin konê res vedigirin.
Tên bire-birên berxan kale-kalê mîyan
dengê bilûra sivanan sewta bêrîyan
hemû ji hev ra dibin xemla hevalan
giyayên zozanan û rewsa çiyan.

Geri