DELALÊ SERHEDÊ
Hayê delal im delalî, lawikê min ê çavxezalî
Were ber derê mala bavé min
sêwî evdalê xwedê bi mêvanî
Destê min bigire bi hevalî

Em berê xwe bidin zozanê Elegazê warê xali
Koçerê min ê war bi warî
Ji min ra bibe malxo ez ji te ra belê dibim gorî
dura dibim kevanî-bermalî

Lawiko memikê minn keçikê çil çavî ne
Fena petêxê Dîyarbekirê kermelî ne
Wek porteqalê Yafayê weznandinê dikutîne
Nola hêjîrê Entebê garisî ne
Mîna xurmeyên Bexdayê pir sîrîn e

Fena germa destan zahf bi tî ne
Nola mirov kakilê guzé bîr e
bi mewijê Besniyê bi tahmî ne
Nola gul û rîhana çiyan zehf bi bîhn e
Fena çîçek pasilê min da di wexta xwe da
xemilî ne

Mîna sêvên Tortimê alîk sor in yek spî ne
Nola hinarên Dêrikê ne tirs in, ne sîrîn e
mêxwes in tahmijî ne
Tu serê wan mist de bi zimanan bi tahmîne
Roja qîyametê Ii ber pira Siratê ku terazî û mêzîn
hat danîn e

Fena sefata resûlê ekrem kar pê tîne Lo lawiko
Bejna min zirave tak rixana geliyan ha bi bîhn e
Cotê memika sariya sibê ji dengê
Salûl û bilbilan ra wa sala çardeh ye nû hisyar bûne

Nola cotek kewê çiyayê Evdilezîzê di qefesa xwe
da wexta rnarîyê de madros bûne
Wek cotek siyarê kehêlan berê xwe dane beriya
rnilan war doziyê êvarê di ser malê da zivirîne

Kehêl gemê dikojin kopikê li ser siyarê xwe da mîna
perpûnê berfê dibarîne
Fena mergekî Ii zozanê Elagezê çim hêsîn e
di gul û sosin û nêrgizan da xemilîne

Fena kaniya Qicîmergê avé cemidîne
Fena cotek xezalê çiyayê Sengalê
devê wan li çêrê
Guhê wan li ser çeqiniyên sîyaran nigê wan Ii bazdanê Ji xelkê ra ew kîvî ne

Seva nivê sevê û sûn da ji sîyarî seklawîcedvan
xwes kehêlê mala Ibrahîm-Pasayê Milan ra Tîm kedî ne
Gava lawikê min tev birek sîyarê Kurdan Berê xwe dan Berxwedann û serhildanê

Ji min ji lawikê min ra Her mizgîn e Li welatê xerîbiyê
bira sebra dilê xwe pê bîne
Ditirsim ji tahma memikan lawikê delal
Di ber stûyê kehêlê da Were erdê Xwe nebîne.

Geri