![]() |
|||
| Hesenîko! Dilê min ji te ra mîna sêniya qelakirî, to liser e. Jibona domandina jiyana xwe û malbata xwe, Hesenîkê min,sibe da rabû tifinga xwe girt û rê hilanî. Hesen lawo tu vegere, ez xezal û tu nêçirvanî Hesenîko dilê min mîna ve Muradê diravên xwe tune bûn, tu yê Hesenîkê min derbaz ke (bike)ez kefilê heqê te me. Ax were, were le rebenê Asê! Wexta ku gelê wê deverê heyirî ma, gotin va çiye, çi tewa yê? Tu yê bêje min rebena Asê, parda xwest û qelend daye. Ax were, were lê bêdilê Asê! Hesenîkê min çûbû Erzeromê kavir kirrî' Devê min nagere ku ez bêjim te tilî firrî, Heyanî ku Hesen ji kavila Erzeromê vegeryaye hatiye malê Rebena Asê bizor dane, qelen birrîn. Ax were, were lê tengezarê Asê! Hesenîkê min çûbû sewitiya Erzeromê jibona pez e, Ez nikanim bibêm; Hesanîko pez Ii canê te bibe merez e. Heyanî Hesen ji Erzeromê ziviriye hatiye malê, Bêkesa Asê bizor dane, kirine bûka teza Ax were,were 1ê bêgengazê Asê! Hesenîko dilê min mîna kara gîskan. Ezê heyanî sala çunê vê çaxê di mala bavê xwe da bi sultana serê xwe û hezkiriya Hesenîkê xwe bûm. Îsal di mala lawê Hesê Xello Xirnikê pisê heram da Tilî û pêçiyê min qerimîn jiber hingilîskan* Ax were, were lê ronediyê Asê! Hesenîko minê Ii vê Muradê ava sar e, Gulleyên ku Xirnoyê(kê) pîsê heram ji bêxewîr da Ii Xamêlê berra Asê dane. Tengezara Asê birîndar e. Jiber êsa birîna xwe dike hawar û zare zare. Ax were, were lê xêr nediyê Asê! Hesenîko ji vê Muradê heya vira, Xwîna heyî û jiyana Asê rijiya liser ax û keviran. Hesenîkê min bila dunyayê dilokî tune bûya. Te ji min ra bigota Asê xwengê, min ji te ra bigota Hesen bira Ax were, were lê bêdawiyê Asê.
|
|||