![]() |
|||
| Di Mêj De Bûyerek Bûyî ya Balkês. Jîyana Hesen jî, mîna ya esîreta-esîra wî bi koçerî û bi wî awayî derbaz dibûna. Hesen meriyekî ji xwe heskirî bûye. Goranî fesal, ûsil, keys, hoy, sert ü mercên wê caxê, ji aliyê bavê xwe da hatiye zewicandinê. Jina wî jî ji gundê Qûmik`ê bûye. Navê wê jî Meyrem(meryem nîne) bûye. Di nav pêvajo, kudandin û domandina demê da zarokên Hesen û Meyramê bûn. Van zayana, zarokan, yê j i serî da bûyî, yê mezin, navê wî zilfî bûye. Wergani navandine. Ew nava lê danîne. Bi du vî kurfî lawekî dinê bûye. Navê wî jî Mehmed lêkirine. Qasî ku hatiye zanînê va Mehmed bi xwe gurrî nebûye. Lê ji bona ku navê bapîrê wi lê dadîne, kalê wî jî Kîrrî bûye, loma jêra gotine Mehmedê Gurrî. Dûra bi kurtayî gofine "Meho Gurrî'. Pêyî vî pissî, lawî da yekî dinê bûye. Navê wî Edîp bîye, ji wî ra jî bi kurtayî gotine "Edo". Pistî evana doteke, qîzeke, keçeke wana bûye. Navê wê Rehan dadîne, lêkirine. Hesen merivekî pirr çeleng, zîrek, jêhatî, suxulkar, kedkar, kedhelal, camêr, ciwanmêr, xêrxwaz, bi his û bi raman bûye. Mebestên wî bi wateyê erênî bûne. Di resanetiya xwe da bi derewan, sotiki, rûnkerî, çaplûs û lêbatiyê emel nekiriye. Ji mirovên bi vî awayî jî qet hez nekiriye. Di aliyê jiyanê de, di nava qada pêvendiyên kesan da bi rêzik û pêsnêmû bûye. Pirr fikiriye, kêm qezî kiriyî. Mirovekî bi himd biye.Bi hêrs biye, 1ê xwe ragirtiye. Meriyekî hisyar, siyar biye. Di jiyana wî û bîryar dayina wî da bandor û bandura his, Ii pêsiya hest û dilîna wî biye. Peyayekî tim û tim bi hesab û mêzîn bûye. Pîv, pîvan û berhevda berdan karê wî biye. Goranî derfetên wî yên sexsî û civakî ponijandin û nirxandin pîse- ya wî biye. Tistên bê encam û bê dawiya erînî, nepejirandiye. Hunerweriya darezandinê di rikinê ruhê wî da hebûye. Tistên ku encamên, dawiyên erênî têda xwiya nekiriye, neecibandiye. Hisê wî ji domandina jiyana wî ra qîm kiriye. Mirovekî bi berhevda, berdom û encamgirt bûye. Wexta ku ji bona tistekî biryar daye, Ii ser wê biryarê sekiniye. Zû bi zû tewr û timsêta biryara xwe neguhartiye. Pisporê j iyanê û însanan bûye. Ji heqê xwe derketiye. Dema ku qewimiye çavên xwe ji xeter û mirinê nekutaye.Hesen ji kesan û kesayetiyê û biryaran û jiyanê, bi erênî nihêriye, bi neyênî mêze nekiriye. Lê ji tist û meriyên xerab jî hez nekiriye. Hesen ji meriyên bêmê jî, ji mafe xwe xwedî demeket, mafên xwe parastinê da tirsonek, ji ponijandin û fikirandinê tirsok, ji biryar dayinê ra xwe vesartok, yên serî berjêr û telandek, yên ku serî û mêjiyên xwe bikar neanîne, yên ku di nava civakê da ne xuyakirî, yên bêrûmet, yên ku serî, çav, dest, rû, nig(ling), beden û ruhê xwe geni, yên bêzewq, yên lihember jiyanê nermok û bêafirandin bûn xwî kiriye. Hesen nexwestiye bibe merivê-xizmê merivên werganî. Ji regeza wî merivên bi vî awayî hebûne jî, qet ji wan xwes nebûye û bi wan ra têkilî dananiye. Qet nexwestiye zarokên wî yên weha netu çê bibin. Bûyina gedeyên, sakûlên serevde/serhevde nexwestiye. Hesen zêde bi xwe bawer biye. Ewletiya wî bi ruhê wî, bi destên wî û bi karê wî hebiye. Ji xwe rews û ruhê xwe ra pir bi bal bûye. Xwe paqis/paqij girtiye. Konê wî di nava konê êla wan da berçav bûye. Çêkirina kon, risina wî, dirûna wî, stûn/histûn, sing, sîwan, kûrik, rist, hebin, gulî, guliçik, hêsî, çît, war, pargun, hewde, pîj, pîjkirina bi tevayî ji yên der û dorê cûda biyê. Hesen bi her awayî nemazetî nîsan daye. Kon û mala wî pirr bi rêk û pêk biye. Bi her awayî jiyana wî da zagon hebûye. Konê wî bi tevayî di rewsekî xwesik da biye. Tejên konê wî, bi tevayi, bi gistî di qeysek da bûne; yek ji yekî dirêjtir, an jî kintir/kurttir nebûye. Her tistê wî da, di navgînên wî da keys û fesal û pîv hebûye. Konekî pehet bûye, bi her allî û awa û teseyî da bêkêmasi bûye. Jê bêtir, her tist. Bi hêlekê da lihevhatî bûye. Bi kurtayî timsêta konê wî di nava konên êlê da berçav bûye, baIkês bûye. Bergên, çekên, potên, lîbasên, pêlavên, solên, midasên, goreyên, bincilên, isligên Hesen jî, tev paqij bûne û ji yên dorê bastir bûne. Hespên wî jî, yên bijarte bûn. Cama bi her awayî da, bi her tistî da(va), bi yê neçê û kêmêti nedewiriye. Hespê wî yê kehêl/kihêl jî hebîye. Ligor gotinan hespê wî hespekî zêde bi diyarî bûye. Berçav bûye. Zexm bûye, pêt bûye, bi pergal bûye. Zêdetir jî rews bas bûye. Hespekî tîtaz bûye. Weseleyên wî, livok û libat û lebatên wî lihevhatî bûne. Gewzîneke zêde di heyîya wî da pêk hatiye. Navê wî jî Kaso bîye. Hesen ji hespê xwe ra metrehekî(cûreyek zînan e) pirr rind û bas, bi bihayekî zêde daye çêkirinê. Bi tayê heriya-hiriya rengînî, pirr gulik gulbend dane hûnandin(ûnandin) û çêirinê. Van gulbend û gulikên rengînî, bi pergaleke, bi awa û zagoneke niqirandî, bi pêsên metreh va dirûtiye û pêva dasingilandiye. Her du hêlên hesp, heya, heta taxa rikêbê / zenguyê bûne gulîkên rengînî yê darxistî. Heya wê wextê, wê tawê, kesekî ew rewsa hanê neafirandiye û bi cih neaniye. Ji bona wê yekê di nava sêniyan da pirr balkês bûye. Naveki van gulîlkan jî qantoz e. Yanî ji wan ra qantoz jî gotine. Werre jî navandine. Eva peyiva, bêjeya biyanî nîne, ya zimanê kesên vi welatî ye. Ji bona wê sedemê, mebestê ji Hesen ra gotine "Qantoz". Demekê weha gotine. Ji wê sûnde dev ji Hesen berdane. Bi tenê gotine QANTOZ. Ji viya û sunda, ji wî baxirî ra(barixî ra), qebilê ra, malbatê ra, lêzimê ra, qomî ra, êlê ra gotine Qantozan. Va nav û navandina hê jî tê domandin.Qantoz ji aliyê cihê bûn, cûdati, afirandîtî û tewirandîtiya xwe da, bi van rews û tewsana jî nemaye. Hêsinê ruhê wî, hundir wî, heyîya wî , ji herikandin û cudatî bûlyin hatiye pêk hatinê, avakirinê. Qantoz, zengûya zînê metreh, avzûng, qayîsa rikêhê jî bi taybetî daye çêkirinê. Resme, doxhevsar û serkelleya hevsarê hesp jî bi pirr rengînî daye amade kirinê. Liwana hesp jî, pirr çûda û xwesik bûye, baIkês biye. Dêhna wî tim û tim Ii ser hilberîna cihêbûniyê biye. Li jorê jî hate 1êvkirin, navê vana, wê azbetê gorani rewsa, timtêla Qantoz hatiye afirandinê. Nav bi navandina sereketiya tewrindeyiya Hesen hatiye afirandinê û zaravdinê. Ji katê û virda, virva ev nava liser malbatê hatiye qewinbûn û sidandinê. Navê Qantoz liser koma rêgeza me dêman bûye. Hînê jî tê gotin, kudandin û domandinê. Dîsa min Ii jorê navên zarokên Qantoz'ê bûyînî nivîsî bûn. Ji vana sûnda cara dawînê, jina wî Meyrem'a ku bi resenê xwe Elewî biye, du ganî, ducadî û gîyanî/gîhanî dimîne. Ji hemîle mayina Meyrem'ê (Dapîra Meyrem) sûnda, Qantoz ji bona kar û qezencê, kirrîn û firotinê, ji malê diçe, dûr dikeve. Di nava ji malê çûyin û hatina wî, zemanek gelek dirêj derbaz dibe. Di vê navendê de Meyrem diwelide. Xwedê dide. Bi xêr û xwesî jihev xilas dibe. Zikê wê hurmetê bi saxi û tenduristî ber dide. Tevî zikê xwe bi rûkî sipî jihev diqete. Bûyina zarokî tê holê. Li malbatê, di malbatê de gewriyek zêde dibe. Gewriya nû bi zayenda xwe awe, kurre, pisse kurrûk ji qantozan ra bûye. Dêya, diya vî dergûs û tifalê hanê, xizm û cinarên-cîranên dorê dixwazin ku bavê wî, bi bûyina wî bixeber be. Ku derfet û gengaz hebe, zû mizgînê, mizgîniyê bidine wî. Xwedê lawekê çaran, yê çaremîn daye wanan. Kurrek, lawek, mêrekî piçûk hatiye dinê. Li rûyêerdê, liser erdê, liser çihanê Ii kesan û kesayetiyê heyiyekî zêde bûye. Di nava qada jiyana mirovan da, gewriyek besdarê jiyanê bûye. Va bûyîna, va zayîna, va bûyera sederna, mebesta xwesiyê, kêfxwesiye sabûn û gesbûnê tê hesibandinê. Ji bona vê yeka, Ii hêviya hatina qantoz in. Lêbelê ew dê çi bikin. Xencî sekanê derfet û gengaz tûneye. Di vî alî de, di vê hêlê da ray lê nabin. Bêkeys û firsend in. Mîna îro derfet û gengazê bi ber/berdar tune ne, ku xêbêra xêrê bigihînine Qantoz. Daxwaziya wan ew e, ku mêrê malê, bavê zarokan, piçûkan, çûkan qicikan, tifalan, sakûlan, zêrçan, zavan û dergûsê sîrmij were. Bi saxî û xwesî bigihîje mala xwe, dergûsê xwe yê nû, bi Çavên xwe bibîne û kêfxwes bibe. Ji xeynî van xwestin û yekên hanê, bîra /bîriya wî ji kirine. Kêmiya wî Ii jiyana wan-wana xuya dike. Tunebûna merivekî nola Qontaz, di heyî û jiyana wan da kêmî sanî daye. Him ji dixwazin mizgîniya, xebera xêrê pêdinê. Wê gescosiyê jiyandin jî wana ra biye pêwîstî û pêdivî. Ewên ji wî ra bêjin çavên te ronî/ronahî be. Kurrê te yî nû bûyî bi xêr û xwesî be. Xwedê û xwerist mirazê te pê bike. Di nava wan armanc, mebest, tewr û timsêtan de Ii hîvî û hember sekinîne. Lêzimên wî bi tevayî raçavî Qantoz in, rêçavî wî mayîne. Dema koçeriyê ye. Rêwî ne, rewîng in. Malan Ii warekî yek royînî danîne. Ji bona rojekê rawestiyane. Ewê sibê dîsa barkine. Berve warekî dinê, aveke dinê, qonaxeke dinê biçine. Roj gihîstiye danê êvar e. Ber êvar e. Qantoz tê malê. Bi hatina wî ra sahî çê dibe. Sênî bi coseke mezin û tîr, diçe pêswaziya wî. Li malê rûdinin. Hal û hewalê hev û din dipirsin. Saxî û silametiya xwe, ji hevra dibêjin. Bûyerên bûyî tînine ziman û lêvkirin. Di navê de yekê navsal, sere, salmezin, serwext û mêrkanî, bi navî gistiyan ji Qantoz ra dibêje; "çavên te û me tevan/tevhevan ronahî be. Meyrem bi xêr û xwesî welidî. Xwedê da. Zêdeyi lê êç bû. Jêra zêdeyî bû û pêk hat. Xwedê xwerû lawek daye me. Bi xêr be. Bi his, bi aqil, bi tendurûstî û bi siûd be. Bi temen dirêj be."Ew jî bersîva wan didiyê. Dibêje: "Xwedê ji we tevhevan razî be. Kîjan tist, bûyîn, bûyer bi xêr e, xwedê û xweza wê bike. Her tist Ii xêrê bigere. Ewlad bixêr e, xwedê bide. Ku bêxêr be, Homa nede. Zaroyên hene, bûyina heke bêkêr û bêxêr in, xwedê wan/wana nesulumîn e. Xwedê di kêliyekê da ruh û canê wan bistîne. Berdarî, adanî, hilberînî di xêr ditinê da ye. Ez ji we tevan ra sipas dikim. Xwedê merivan ji merivatiyê, ji basiyê, ji xizmên bihis, bas û bixêr marûm neke. Ji kes û kesan ra , ji merûyan ra, bi his û bi rûmetî notila av, hewa û tistén dinê, pêdiviyên jiyanê pêwîstin. Daxwaziya min ev e, ku xwedê meriyan Ii rûyê erdê-diné-cîhanê tu carê bêrûmet neke." Berxek serjê biye. Xwarina rikîna wî gostê berxê ye hatiye birijandinê, pijandinê û patinê. Piyiv û keser danîn tên domandinê. Teraq bi dil bi gesi derbaz dibe. Wexta sivê dibe. Xwarina, xûreka êvarê tê amade kirinê. Yên kom bûyî, yên civandî bihevra/hevre xwarinê dixwine. Karê pêwîstiya xwarinê diqedînin. Ji jinan yekê serê pêçeka lawikê nûbûyî tîne, di hembêza/hemêza xwe da, rûyê wï nîsanê Qantoz didin. Bavê lawik Qantoz demeke kurt, çend demhûran lê dinihêre û dibîne. Jêra dibêjin "sederna ku hatina te bi derengiyê ket me nav Ii lawik kiriye. Tu me ji vî awayî de bibexsîne. Me got bira kurrik bênav neyê navandinê. Dîsa jî di vê mijarê da nirx û ezimandin ya te ye. Me navê wî Mehmud daniye." Kesên wê derê belav dibine. Dibe dema razanê. Kat dereng bûye. Sibê ewana malan bar dikin. Ewên koç bikin. Ji bona wê yekê pêdiviya wan bi veyêsandinû û razanê heye. Dikevin nav nivînên xewna. Pal didin. Di nava cilan da dikevine xevê. Xeveke /xeweke xwese bi aramî, kamiranî û bi hîvîya mal barkirina sibe ye.Sibe dibe, zû radibin. Di tariyê da beriya berbanga sibê da, di seveqê da ra- dibin. Zû bi zû, mîna guran û sêran pehlewanan, bi lez û bez dest bi barkirinê dikine. Pez û tersên xwena bi rê dixin. Baran Ii ajalan, heywana û barbiran bar dikin. Ku hînê sibeye, di honikayiyê da rê bigrin. Koçerî jî cûreyeke jiyana civakî ye. Goranî heyîya xwe, ew jî, ji hêsin û tesan pêk tê. Zagonên xwe hene. Rêzikên nemazetî hene. Ji vana yek jî ev e, ku di vê rewsê da, zarokên ku nikanin bi hêza xwe, bi ningên xwe, xwe bavêne waran û qonaxa nû, vana têne bar kirinê. Vana zarokën 2-7 salî ne. Vana bi cûreyekî taybetî liser bargiran, bergîran, hespan têne sûn/sun kirinê. Van zarokana Ii hespeke sinc nerm têne barkirin. Barên nerm, an jî nivîn Ii hespên weha têne bar kirinê. Lehîfekê ji aliyê, hêla para da du qat dikin. Herdu hêlên lehîfê balîfan didine ber. Ji zaroyan ra cî, Ii kêlekê da ber palan çê dikin. Zarokan lingên wana Ii hêla pas in, serên wana berve pêsiya hespê, bi ser zik didine bicî kirin(sunkirin). Qatê lihêfê yê duyemîn ji para davêne ser pista vana û tenga duyemîn di ser vanan ra dikisînine. 1-4 zarok bi hev ra, di ber hev da bi ser zik dirêjkitî têne barkirinê. Diya/dêya zarokan, an jî merivekê dinê serê hevsar wé/wiî hespî dikisîne. Lê zarokên 2(du) salî piçuktir, çuciktir, qiciktir dêyên wana an jî jinekê dinê, Ii-ji waran wexta ku bi rê bikevin, bi çarsevekê Ii pista xwe disidînin û rêve derin û diçin.Malan bar dikin. Pê da bi rê dikevin. Qantoz jî mala xwe tev bar dike. Heywanên, barbirên barkirî bi rê dixin. Dor hatiye barkima zaroyan/zariyan. Zarokên ku heta warên nû, qonaxa armanckirî, nikarin bi peyatî rê biçin, yên ku pêdiviya wana, bi barkimê hene, ewana jî hatine barkimê. Li dawiya her tistê barkirinê, dergûsa ku bi pêçeka xwe va , di leheyfa xwe ya piçukê da, Ii cîhekê hatiye parastinê, tê hilanînê. Xwediyê vê çalekiyê dêya dergûsê ye. Ewê biçe dergûs, bi lehêfa wî va, bi çarseveke taybetî pist bike. Li pista xwe bi taybetî, bi fesal girêde û bisidîne. Rewî bibe. Meyrem berve lawikê piçûk, Mehmud'ê qicik, dergûsê pêçekê diçe, ku bi çarsevê pito yê çûk pist bike. Bi rê keve. Meyrem digihîse cem qundaxa pito. Xwar dibe. Dest davêje pêçekê. Lê lawik hînê ranekiriye. Qantoz dibêje "Meyrë wî(wik, pito, Mehmud) negre. Li erdê bihêlîne. Em herin. Koç bin. Ji me ra rê girtin pewîst e. Divê em jî mîna yên dinan biçin. Rêya me dûr e. Pewîste ku em bi lez rê bikutînin." Meyrem dibêje: "çawa dibe? Wakîno dibe? Gelo tistê weha dibe!" Qantoz bersîv dide jina xwe, dibêje: "Meyrê min êvarê ew lawik dît. (çaxa ku Kewê ew ravayê min kir, min 1ê nihêrî. Bal û dûhna xwe dayê. Nisêtê ku di rûyê wî da, di diyariya wî da xweya kirin qet nebas bûn. Lawik yek mehêdî ye jî hêsinê wî bi min va diyar bû. Ji aliyê min da ew hate dîtin û famkirinê. Di bingeha rikina heyîya wî da erênî nehate dîtinê. Hêsinê wî liser nava bûye. Ew merivekî bêhisê serhevde ye. Ew serhevde mezin bûbe jî, ji me ra rûresî ye. Xwezîla, xezîka xweda evê hanê nedana me. Wî li cîh bihêle, em herin. Dereng e. Hewce tuneye ku meriv keda helal bide meriyê ne tawa, ne tist û ne tu. Tu jî keça mêran e, qîza maqulan e. Ew lawikji te ra jî, ji resenatiya we ra jî kêmaniye. Xwe ragire. Di suna wî da kevirekî bavê dilê xwe. Xwe zexm bigre. Bi rê keve, em biçin." sênî, êl û koç bi rê ketine, bi rê dikevine. MeYrem tistekî nabê. Zagona jiyana esîretî ye. Nirxên wê teseya j iyanê werra ne. Rêzikên wê tên bicîh aninê. Gotina sermiyanê malê, mêrê malê û malbatê, gotina zilam, mêr ii jinê ra emir e, fennan e. Ji fermanê ra serî danîn, goranî wê tevgerandin ii yên dinan ra erk e, peywir e. Weha bûn, ne kêfî ye. Ji bona vê yeka wîc tûneye. Ewha tevgerandin û bicîh anin bêvîn e, pêwîstîye. Erê wakîno/werrkîno ye. Pirst û gotina mêrrê mêr ferman e. Mîna wê gotinê tê kirinê. Ji dijê wî ra ray tuneye. Dijê van fermanana tevgerandin çalekî kirin bêderfet e. Mîna wê gotina te kirine. Sederna wê nayê pirsîne. Li ser pirsên wilo, nirxên hinan gengesi û nîqase nayê kirin. Meyrema reben, bêçare Ii hember fermana Qantozê peyayê xwe nikane pel Ii xwe bixe. Bêdeng emrê wî bicîh tîne. Lê xwîn ji dil û ruhê wî diçe, diherike. Lê va xwîn herikandina derva nîne. Bi çavan ji derva nayê xuyakirinê. Herikîn di hundir da ye. Di nava hinavan da ye. Ewe ku derva nisêtên wakînoyî ten famkirinê, têne hestkirin û têne hînbûyinê. Xwîn û xemgînî bi hev ra, di dil û ruhê wê da Iûf(lêf) didine mîna marekî ku heyîya wî di nav xeterê da baçol dide. Di ser hev ra diqelibe. Bi lûfdan(lêfdan) û qelibandinê baçol dide û rê digre. Disimite. Di vê simitandinë da deng dide. Mîna bayê bilindan, çiyan û zozanan dilovîne. Jê guffîni, gujînî, gurmînî, xirtnînî, kalinî, nalinî, qarinî, warinî, behinî tê. Di hundirê wê da hewar û gazî ye. Di navenda hest û dilîna wê da, di çaviya ganê wê da bahoz rabiye. Lehî pêkhatiye. Xusîn û gumun û lem û lem e. Di nava vê tewrê da, vî awayî da, xwe ragirtin, lihev mayîn, Ii pêyan bûyîn egiti ye. IV Xwin di nava kurahiya/kurayîya dilê wê da, di navenda heyîya nedîtî da, di navenda mêji û dilê wê da diherike. Dikele. Di ser hev û nav hev da nola gêjik dos dibe û diqelibe. Hêrifandin di nava xala ganê wê da çê bûye.... Roja oxirma giran e. Ji vê azmûnê bi rûmeti û serfirazî derketin pêwîst e. Ji bona viyan jî xwînsarî,,vac û vên û vîn lazim e. Pêk kirin û karanîn û xwedî derketina vana pêwîst e. Hoy û mercên giran, dijwar rava bûne. Ji vî awayê dijwar û asê ra liberxwedan wîca erênî ye. Xwe ragirtin, xwe wenda nekirin ya bastirîn e. Deng nekirin, Ii xwe dananîn, zagonî ye û rûmetî ye. Weha helwest girtin û tevger nîsan dayîn, maquliya herî mezin e, giraniya tîr e. Meyrem di nava van mercên giran da jî deng nake. Bi rê dikevine. Koça ê1ê bihevra gelek rê diçe, rê digre. Kesên êlê-sênî bi bûyerê dihesine. Lê kesek bi dengê bilind navandin û nirixandinê naynîne zimanê. Niqas û gengesi sSçÇcê nabe. Pirs nayê kirinê. Kes bi xweser û xweber napeyive. Kesek xwe berve qise û qezî nake. Pismamê, kurmamê Qantoz Resul(bavê Hecî Hûsên) bi xweber, bi balkêsiya sunixbûna Meyrem'ê dihese. Ji pîreka xwe ra dibêje "gelo çima pîreka Qantoz Meyrem rûsar e, di tevgera wê da tenganî û tengasî xwiya dike. Ji bona çî ye? Xencî viya jî dergûsa wê çima pêra/vêra tuneye? Gereka niha pêçeka, qundaxa wî bersîva wî dide. Ji bona bûyerê ewha dibêje: "Bas e ku te ji min pirsî. Bûyerekî nedîti pêkhatiye. Di bûyerê da canêsi heye. Tu bi Qantoz dizanî, zinar e, lat e, kevir e, hîm e, erd û ezman e. Ruhê wî bi biryarên hûr, kûr û dûr tijî ye. Merivekî bêhempa ye. Merivê ji rêzê nîne. Meriyekî awarte ye. Kirî, kiryar û kiryariyên wî jî ne yên mînanî kesina ne. Qantoz'ê pismamê te, kurmamê me bi wî awa û sedemê lawik Ii waran histiye. Dergûs avêtiye." Resûl(Resûl Axa), bi lez û bez xwe digihîne cem Qantoz. Dibê: "Qantoz, pismamê min ewha, weha nabe. Va çi kare te kiriye. Te çawa bi wî awayî biryar daye. Va vên û vîna te, semaxa te çawa zexm e. Gelo dil, kezeb û dilina te çawa, bi çi fesilê, te gihande vê kiryarê. Dil, mêjî û kesayetiya te bi çi hêsinî hatiye çêkirinê û edilandinê. Nayê hînbûyinê. Meriv heyir, matmayî, mehtel û sasmayî dimîne. Va yeka ku ji te berdar bûye, sadir bûye dînîtî ye, an jî awarteyiyek însanetiya te ye. Dibê taybetiyeke neyî û sexsiyeta te be. Tu hesin î, kewir î, dimdim î an jî pola yî? Eger va biryar û kiryara te, çalekiya te afirandiyeke bêtewsî, bêhisî, nemerovî û xeletî û çewtiyeke nedîtî nebe, mêranî û pisporiyeke pirr girîng e. Kesan tistekî bi vî awayî nebihîstiye. Vê biryara te ya bêdeng, bêhêrs, bêkesir û bi xwînsarî zik, dil, his û mêjiyê min hej andiye. Di heyiya min da birûskan vedaye. Ruhê min lihev ket, gullebaran bûye. Hejandin di can û ruhê min da pêk hatiye. Ez nizanim bibêjim çi. Lêbelê dîsa jî zarokê dijwar û giran hatiye ser ruhê min û millên min. Bûyera te ewê dûrra têkeve kêsê mêzînê û pîv û pîvanê. Lê niha, vê demê vê gavê ez j i te rica dikim, tika dikim, pêsniyaz dikim me nesikîne. Ez û em, sênî, lêzim, qewm, azbet û malbat bi tevayî zêde zêde xemgîn bûrê. Bila îzna te be hinek biçin dergûs bigrin û bînine. Bila werînîne. Xwedê Ii xêrê bigerîne. Hela dawiya vê yekê dube/dibe çi. Jiyan û kat, zeman, dem bi çi awayî, cûreyî nirixandinê tîne navendê. Emên tev di rokê da, rojekê da nemirin, girnebine. Yên ku bimirin ew jixwe dimirin.Ema yên ku bimînin, ewên bi çavên xwena encam û dawiya vê biryarê, nirixandinê, kiryarê û bûyerê bibînine. Yanê di nava pêvajokê da, demeke dirêj û dûr da ewê were çavandin û famandinê. Van tistê hanê heye û heta niha, îro, îroyî di nava me da nehatiye dîtin û bihistinê. Eger weka te pêk were, tu yê bibî lehengê, egîtê, mêrxasê, gemasê, merivnasê, pisporê giranê nedîtiyê me, regeza me û esîreta me. Heta evana di nava qada me bitenê jî namîne. Ewê Ii welatê me bi baIkêsiyeke fireh deng bide. Bibe nirixandineke dîrokî. Bibe embazeke sereke. Bibe pîvana pisporiya vîc û vên û erêniya semaxê. Ewê bibe mijara nirx û nîqasên serek û zana û zanyariyên civakê. Hetta ewê zanyariya dîrokî da bibe bûyereke baIkêsa bingehîn. Ewê navê te bibe, navekî dîrokî yê bêemsal û bêpîvan. Wê tawê. Tu yê bibî sedem û çaviya rûsipîtî û sanazîkirina me. Lê disa jî ez, em dixwazin bila lawik bînin û werînîne . Dergûs hîne sûtiye, ne birriye, berxê sîrmij e, di kozê da ye. Nayê zanîn. Hinê zû ye. Ji niha ve nirixandina wî nerast e. Hêsinê wî naye zanînê, berçav nîn e. Ji nirixandineke bi ewletî govanên penî û nerbaran hînê Ii navendê tu nîne. Werra nabe. Ev bûyer were bihîstinê, bideng bikeve, xelk dê me bi ava gû biso. Eman di nava însanan da, kesan da emê sermezar, fedîkar, hestûxwar bûbin/buwin. Li hember awir û gotinên xelkê emê bêbersîv û rûres bibin û bimînin." Qantoz heyanê ku Resyûl Axa'yê kurnnamê wî dawiyê Ii qisedana xwe tîne, Ii wî guhdarî dike. Dawiyê da jî gotina xwe bi kurtayî dibêje: "Lawap çawa ku te jî anî ziman, lêvandin û zarandinê, min bêhêrs û bêsik ew nirixandina nêrbarankiriye, 'berxê çê di kozê da bellû ye'. Min baweî anî ku ew lawik xêvik e, serhevde ye, rûresî ye. Tuneyiya wî hîn bastir e. Heyîya wî bêxêr e, tuneyiya wî hîn zêde bixêr e. An jî bi gotineka dinê, tuneyiya wî ji heyîya wî çêtir e. Tuneyî û tune kirina wî hîn bas e. Ku hûn bi min bihêlin ya rast ew e, ku min kiriye. Lê hûn bi min nahêlin. Hûn dizanin. Ewê dûrra diyar bibe. Min sederna çalekiyê ji Meyrem'a bûka te ra gotiye." Kalê Resûl gazî Ii du heb xortên zîrek dike. Wana Ii du heb hespê kehêlê bizîn siwar/siyar dike. Ji wana ra dibêje :" bi lez û bez, bi rikêb herin. Biçin sûna waran. Insa1ê hînê ajalên, heywanên dirinde, huliyan, guran, hirçan, berazan .... tifal nexwarine. Xwe bigihînin û werînin. Her du siyar bi lez û bezeke xurt bi karanîna hêza hespên mîna ba di demeke kurt da xwe digihînin sûna waran. Qasî 8-10 km rê digrine. Ji- Ii waran histina lawik û hetanî siwar dîsa xwe digihîninê bi kêmani 2(du) seet derbaz bûne. Dema ku herdu xort digihînin sûna waran, dibînin ku komek hulî/qertel Ii dora pêçekê kom bûne. Nêçîra wana 1ê hatiye. Hew1ê didine xwe ku lawik bixwun. Tifalê bêhêri di nava xeterek mezin da ye. Li xwarina wî diqaqijin. Xwe davênê ku nikulê/nikilê xwe lêxin. Lawik wê gavê digrî/digîre, sewtê derdixe, diqarre û diwarre û diçîke. Xwezayiya jîndariyé bêsemax, bêvîn û bêvûn xwe diparêze. Gan, ganî goranî zagona xweristiyê parêzeriya xwe dike. Xortên suwar ku bi rikêb digihînê û diqîrin. Hulî radibin. Pel didin, difirin. Xort pêçekê digrin û bi zengûyan digihîne koçan, malan. Lawik didine diya/dêya wî. Rehet dibin. Însan bi tevayî aram dibin. Ji aliyê mirin û telefbûyina dergûsê da nerm dibin. Sivik dibin. sik û xeter ji ruh, dil, zik û mêjiyê wan derdikeve. Van tistina, van neyîniyanan ji wanan dûr dikevin. Tev bihevra bêhn, bêhn fereh dibin. Hela dêya Mehmûd ji her kesekî zêdetir kêfxwes dibe. Werkîno bûn, weha bûn, wer bûn, werre bûn, werganî bûn bêsik e. Lê kiryarê bûyerê, Qantoz weqas bi xwe bawere, ji bona vê yekê kêfa wî xwes nabe. Pirr û pirr bêkêf dibe. Rû û ruhê wî tirs dibe. Diqunniçe/qenniçe. Gonê wî xirab dibe. Heyiya wî dicive hev. Nermiya wî suna xwe dide peht bûnê. Ew bi nirxên xwe, bi his û dêhna xwe, bi pêsdîtina xwe pirr zêde bawer e. Ewletiya wî bi wî heye. Ji bona vê yekê di nava sênî û êlê da xencî Qantoz kes bi tevayî, bi gistî kamiran bûn, bûbûn. Va bûyera hanê zêde bandûrê/bandorê,,dide ser ruh, his û mêjiyê însanan. Van kesana bi wî awayî bi tevayî sasmayî, heyirmayî, matmayî û xafmayî dimînin. (Çima ku heyanî wê rojê bûyereke bi wî cûreyî hayîdar nebûne, pê nehesyane. Tistekî weha nehatiye serê wana û 1ê rast nehatine. Di navjiyana wan da, tistekî bi wî sêweyî rast nehatine û va yeka nebihîstine. Van rojan da mijara peyiva merivan bi tevayî, bi awayekê tîr liser vê yeka hanê tê domandinê. Her kesek cuda cuda ji xwe û yên dinê dipirse. Gelo va yeka hanê çiye û çi tawa ye. Sederna, mebesta, annanca vê çalekiya Qantoz ewê çawa bê nirixandin û sirovekirin. Merikî nola Qantoz zêde bihis, hisyar, siyar, zîrek û xwînsar, va bûyera baIkês çawa afirand, pêk anî. Bi derfetên pedi û nêrbaran, tistên neyênî ji wî camêeî nayêne sik kirinê. Gelo goranî gotina wî nasandineke, navandineke, pisporiyeke, nirixandineke ji bona însanan, kesan, hela ji bona tifalekî yêk heyvî/mehêrî, dergûsekî, pêçekekê di dîroka mirovahiyê da, kesayetiyê da hatiye dîtinê. Vê nirixandina di nava demeke dûr da, dirêj da encama/dawiya erênî daye, nedaye? Ji wana hinek dibêjin, gotina me ji mirovê me Qantoz ra tuneye. Lê hisê me vê çalekî û biryara wî jî nagre. Mêzîna ruh û dilê me, vå giraniyé, vê teqilê nawezîne. Hunermendiya me û darezandina me, ji vê yeka ra kêm tê. Hinek dibêjin dibe ku, va peyayê me yê ceribandî di nava çewti û xeletiyek da ye. Dibe ku ew jî di nava helwestekî nerast da be. Hinek, besek dibêjin, di biryara vî ciwanmêrî da fêrbûneka giran û berçav heye. Lê ewê di nava herikandina jiyanê da xwe bi me bide pejirandin û hesibandinê. Ji wana hinek dibêjin Qantoz xerifî(xurifî ye) ye. Va yeka nisêtên wê yekê ne. Lê hinek dibêjin Qantoz peyayê aqilmend e, ruh bilind e, dil qewîn e û mêjî berz e. Ne gengaza ku ew tistê xeletî bike û biryara çewt bîne holê. Ji sedî ra sed ewê ravayê me û însanetiyê bike. Bûyer pêl dide. Mîna avê diherike. Mîna kesan diferrike. Weka dar û giyayê biharê sax davêje. Lem dide. Dorhêl û çaralî deng davêje. Li dorhêlên xwe weka zengil deng çîngînê rava dike. Dikeve navenda peyîva, ponijandina kesan. Dibe mijara yekemîn. Li ser heyîya wê bûyerê, amaca bûyina wê, kiryarê wê, saxsiyeta wî, dîmenê bûyerê û kiryarê wê, cûr bi cûr û bi cûdatî nirx û guftugo tê kirinê. Bûyer Ii herêmê û herêman tê bihîstinê. Dibe mijara peyiva kesan û civatan. Li derveyî esîretû de jî, di vê çarçovê da nirixandin dibin. Lê bi goranî naveroka bûyerê, ewê dawiya wê, di nava pêvajoya jiyanê de, bi semax were çavandinê. Wekî rê û fesal tune ye. Naveroka bûyerê bi xwezayî ewha rê, rêgez û bingehînê nîsan dide. Rastî û xeletiya bûyerê, ewê di nava kateka fereh ,û dirêj da, bi xwederî xwe bi merivan bide pejirandin. Li jorê jî hate lêvandin. Jiyan diherike, Mehmûd her diçe mezin dibe. Weha bûn zagona xwerûyî û jîndarî ye. Her diçe Mehmûd tê çavandinê. Hela ewê çawa bibe? Lê her diçe, dem dibûhure, derbaz dibe, gotina bavê wî Hesen Qontaz têde xuya dike. Di hêwirandina wî da nirxa Qontaz her diçe berçav dibe. Gotina wî bi naveroka xwe va tîr dibe. Mehmûd rews û bedeneke vala ye, pûç e. Ruh, his û mêjiyê wî, berdariya merivekî pirr kêm mêr-mefî jî diyar nake. Mehmûd dibe merivekî pir kêmhis, bi rastîtî bêhis û bêkêr. Navê wî goranî huner û marîfet û tevger û timsêta wî tê lêkirin. Mehmûdê avtî-avêtî, serhevde. Mehmûdê xêvik, bûrnik, nezan û bêqoqe. Bi kurtayî Mehmûdî merivê netist, netewa û netu. Di nava komelê de, civakê de, gel de Mehmûd bi tenû wakîno nebûye. Yên wilo, yên mîna wî pirr bûne. Lê cûdatiya Mehmûd ew bûye, ku ji aliyê bavê wî de, di serî da, di piçûktiya wî da, çawan bûna û hatibûye nirixandinê. Yên nola, mîna, weka, fena wî netûyî wisa zêde bûne ku, ji keriyên, ji birrên pezan pirrtir bûne. Lê dîsa jî, ji gewriyan hatine hesibandinê. Sermiyanên malan bûne. Ji yê wek vana ra gotine "Ew e ku jin pê sitewr namînin" Mehmûd salên wî derbaz bûye jî, bi xwe neçûye leskeriyê. Ji wî alî da revok maye. Lê rojekê ji aliyê karbidestên Dewleta Alî Osmanî da hatiye pêgirtinê. Birine leskeriyê. Rastê Yemenê û Sûûdî Ereîstanê kirine. Heft(7) satan Ii wê derê, Ii Mekkê û Medînê leskerî kiriye. Neferiya Dewleta Osmaniyan qedandiye. Hatiye malê. Ji bona wê yekê navê wî bûye Hecî Mehmûd. Hecî 70-80 ê salî bûye. Hînê temen payan bûye, miriye. çûye ser dilovaniya xwe. Lê heya roja mirina xwe jî, ji nirxa bavê xwe nexericiye. "Bi gotina bavê xwe ra dilsoz(sadiq) maye." Mehmûdê gêj, gêjik, gêjo, diltal, dilvala, çav vekidyê ruh kor, nermo, nermoyê ne çêyi ne jî xirabî j i dest nehatî, bêbiryar, bêarmanc û mebest, bêvîn û bêpêsnûma. Di nava gel de Mehmûd bûye pîva kesên bêrûmet û bêqedr û bêqîmet. Bûye mînaka, wezîna meriyê sivik, jar, safik, qerpok û her dem û her roj pê yêk. Wexta ku ji merivekl tistekî birûmet, biberdatî, awayeki erêni pêk nehatiye werra gotine; "ewa jî yekî fena Mehmûdê gêjo ye." Mehmûd werre bûye. Gelo yên ku ji tovê wî pêk hatine ewana çawa bûne. Hêsinê wanan çawa dîmên û tese sani dane. Tê zanînê, yên ku ji tovê wî pêk hatine, ji nemazetiya wî, ji taybetiya wî qet nexericîne. Ji kalên xwe ra 'xiyanet û bêterbiyetî' nekirine. Zarokên wî, neviyên wî, zêgên neviyên wî û nevîçgirkên wî bi tevayî di rêya wî da, tevger û timsêta wî sanî dane. Gelo Mehmûd weha bûye. Lê zarokên Qantoz yên dinê, ku nebûne mijara avêtinê çawa bûne? Pêwîste bi kurtayî em wana jî goranî gotinan bidine nasandinê.Ku di wan yekî da jî rewsên mîna Hecî Mehmûdê xêvik hebin tê zanîn, ku bûyera hanê rasthatin bûye.Nasberî, nasandarî hunerweriya Qantoz bûye. Însan û însanetiyeke naverok berz û parasdariya/parastvaniya wê, karê Qantoz bûye. Di xwezayîtiya wî merivî da weha bûn û wilo bûn hebûye. Va yeka ji wî ra erk û peywîra xwederî biye. Ew camêr bi wî awayî hatiye nasîn, nasandin û zanîn.Pêwîste ku zarokên wî yên ku nehatine avêtin jî, bêne zanîn. Ew jî werine fam kirinê. Rews û tewra heyiya wanan jî were holê. Wêneya heyiya wanan sanî bibe, diyar bibe. Divêtin heye ku ji hêla nêrbaranî û nenêrbaranî da, wêne û dîmena heyïya wana were nasandin û çavandinê. Ku nava wanan da yê nola ‘avri' hebin, dema ku Qantoz, bi zanîn û nirxên ewletî û zelal ew neavêtiye. Di pisporiya wî da sik heye. Rawêja wî bêbinyad bûye. Ji bona vê yekê divê bi kurtayî zayên(za: ewlad) wî yên dinê bêne nasandin û navandinê.Kurrê Qantoz Zilfî merivekî xwedî biryar bûye. Vîc û vîna xwe bikar anîye. Zîrek û siyar bûye. Merivekî xwedî mêjiyekî erênî biye. Mêjiyê xwe sixulandiye û bikaraniye. Mêjiyê xwe binyada heyiya xwe hesibandiye. Huner û marîfeta kesan bi mêjiyê wana pîvandiye û niqirandiye. Tim û tim mejiyê xwe xebitandiye. Ji bona mêjî xebitandinê hewl daye. Binaxa sexsiyet û mêranî û hêza wî mêjî sixulandina wî bûye. Di nava der û dora xwe da xwedî qîmet û rûmet bûye. Di qada pêvendiyên civakî da giraniya sexsiyata wî hebiye. Ne mafên kesan xwariye, ne jî mafên xwe bi kesan daye xwarinê. Jiyana wî, bi destdariya wî da bûye. Mirovê ku di nava civatê da, civatan da, qezî kirina wî hatiye guhdarî kiriné bûye. Wî jî fena bawê xwe nirixandineke dîrokî pêk aniye. Ji çar heb lawên wîna yekî gotiye "bila bavê min keça bêvanan ji min ra bixwaze." Dema ku ji wî ra weha gotin e, heyîr nemaye, 1ê xwe êsandiye. Gotiye: "xwezîla werre negotana. Xwezîka di vê daxwaziyê da nehata dîtinê. Va xwasteka ji min nekirana. Ew lawê min, ji her kesî pirrtir û zûdetir wêrek e, lêbelê pirr zêde kêmhis e. Bêkakat û bêqoqe ye. Bêmejî ye. Ji bona vê yekê jî wêrekiya wî bihovîtî ye. Malbata wê qîzikê jî, ji hêla his û hisyariyê da bêbinyad e. Ez di wê baweriyê da me ku, evana bi hev ra werine zewicandinê, zayên, zarokên, zêçên ku ji wan bibin, ewê weqas bêhis bin ku neyêne nava civakan. Ewên ji bo çûyîna nava civîn û civakan û civatan ra hêzê di xwe da nebînin. Ji wî ra bêjin bila dev ji wê berde. Ji henekên cûda daxwazî bike. Ezê ji wî ra bixwazim." Xortê serhisk û kêmhis liser gotina xwe sekiniye. Bi daxwazî û biryara xwe va zeliqiye. Nermbûn û vezelîn û vezelandin têda çê nebûye. Bavê wî mecbur maye ku jêra ew keça xwestiye. Lê gotiye: "Ez dimirim, hûnê bimînin. Bi îzin û hêza xwedê nirixandina min pûç dibe. Lêbelê ku fena min nebû, hûnê bizanibin ku ez kurrê bavê xwe nînim. Wê tawê, hûnê bawer bikin ku ez jî 'yê', ji libat û lebatê bavê xwe yê zayendî nînim. Ez kurrê bavê Qantoz nînîm. Ez ji pista wî nînim. Ez xiltim." Mecbur maye ku ew qîzik ji wî ra xwestiye. Gotina wî bicîh aniye. Lê pêvajoya jiyanê da, dema dirêj da, gotina wî jî suna xwe girtiye. Wê saxê da, di wî alî da kesên zîrek, bihis û bimêjî, kesên zana,... nehatine dîtinê. Ew kesana bi tevayî vala bûne. Merivên bêkêr yên kêmhis, dîn bûne. Ji fikir û ratnanên, mebestén fireh, yên kesayetiyê, yên pêsdîtinê fam nekirine. Merivên piçûk bûne. Ji tistên piçûk fam kirine. Bi xwe piçûk bûne. Ji bona wê yekê tim hevalên merivên piçûk, yên netist û netu(sifir) bûne. Pêsdîtin ji wana dûr bûye. Weha bûn hatiye çavandinê. Bi çavên her kesekî va dawiyê hatiye ditinê... Bi wî awayî nirx û pirsa wî jî, weka ya bavê wî ji sun va berçav bûye. Kurrê wî Edo merivekî pirr suxulkar bûye. Qet vala nesekiniye. Bi berdatî kar kiriye.Qala tistên vala nekiriye. Tistên ku ji jiyana erînî ra berjewendî tune bûye, tu caran bi wan tistana emel nekiriye. Ji forte û derewan pirr dûr sekiniye. Nola bavê xwe ji sotikiyê, lêbatiyê, rûnkariyê, çaplûsiyê û sîqal kirinê xwî kiriye(aciz bûye). Merivên ku van tistan, timtêlan têda, pêra hebûne, ji wana hez nekiriye û rêzdarî ji wana ra nisan nedaye. Ji mirovên zîrek, hisyar, biraman, bimebest, bipêsnûma, afirandêr û berdar ra têkiliyên xwe domandiye, pirr j i wan hez kiriye. Bi merivên veha ra pêwendiyên xwe xurt kirine, qewîn kirine. Pirr zêr, pere û Pez komandine. Tistên penî, nêrbaran bûne mijara fikir, bîr, bawerî û nirixandina wî. Tistên nedîtiyên, nexuyayên ku her kesekî pê bawer kiriye, tu caran bi van tistana û yên ku bi vana bawer û emel dikin, ji wana dûr maye. Eva rêzikeka jiyana wî bîye. Ji berradanên vala zêde aciz bûye. Ji seran, kustinê, nijdevaniyê, talanan, tertelan, dizîyê, ... hwd. qet hez nekiriye. Karê wî da keda heIal, hesab, mezîn, pîv, pîvan, berdarî û domdarî bingeh hatiye ecibandinê. Kêm qise kiriye. Zêde kar kiriye û xebitiye. Zêde dewlemend bûye. Di nava vê dewlemendiyê da merivên wî pirr pê ketine. Rû dane ser. Gotine: "Apo tu dewlemendî, salên te jî mezinin, biçe hecê." Vê yekê bisalanji wï ra gotine, deng nekiriye. Lê rojekê dîsa gotine. Pêwîst maye û bersîva wanan daye. Gotiye: "hûn ji bona ç rû didine ser min? Ez qasê we jî nizanim, çi rind e, çi bas e, çi pêwîst e, çi nepêwîst e, çi bixêr e, çi bêxêr e, çi tijeyî, çi valayî, çi erînî ye, çi neyînî ye? Çûyina hecê ji min ra pêwîst nîne. Heca min ew e, ku suxulîme. Bi keda xwe ya heIal dewlemend bûme. Ez û malbata xwe pê jiyana xwe didomînine. Em hewceyê kesan nîn in. Ji viya zêdetir heca min tu nîn e. Rû medine ser min. Ezê sora xwe ya dawiyê ji we ra bêjim. Hec(kabe) were perrê, hêsiyê, sînorê gund, heta were Kaniya Kurdan(di nav sînorê gund da navê cîhkî ye, 700 mîtro ji navenda gund dûr e.) jî, dîsa jî ez naçime hecê. Bi salan e, we çi qeda û belayê xwe Ii min daye. We rû avêtiye ser min. Qey ez qasî we jî nizanim?" Kurrê wî Meho Gurrî jî merivekî pirr zêde sên bûye. Bi espirî, bi henek û xwesteraq bûye. Ciyê ku Meho'yê rûges 1ê hebûye, Ii wirê heznîtî. Kederî û xemgînî tune bûye. Derew, dek, dolav, xapandin, dubare, xeletî û berjewendperestî Ii ba wî tune bûye. Apê Meho peyakî pirr zêde dilgerm û rûgerm bûye. Merivên herêmê yên mezin, piçûk, mêr, jin, xizm, nexizm kesên ku j i Apê Meho hez nekirya tune bûye. Keça, qîza wî Rehan Ii ba Resûl'ê Haci Mûsa bûye. Pîrekek hakimê mala xwe biye. Jineka jêhatî, bixebat û binamûs biye. Navrnalak û qise gerrak nebiye. Fesad, tevdan û qirqirok nebûye. Diz û qew nebûye. Mêre wê Resûl jî tevî birayê wê Mehmûd'û avtî bi 1eskerî sandine Erebîstanê. Lê Ii wê derê Ii cîhekî nebûne. Heft salan sûnda Mehmûd hatiye. Ew nehatiye. Erê, bûyera Qantoz, lawê xwe avêtiye weha ye. Va yeka hanê çîrok nûn e. Bûyera bûyî ye. Di welatê me da merivên awha hebûne. Lê va yeka bi tenê nebûye. Hinek hebûne. Ji xwe va merivên, merivén bi hêsinê xwe va awarte bûne, vanê hanê ji rêzê nîn in. Van merivên dîrokî ne. Dîrok bi merivên awarate tê avakirinê. Tê naverok kirinê. Naverok dewlemend kirinê. Tê watedar kirinê.Van tistana bûne, hatine dîtinê. Bi valayî negotine "berxê çê di kozê de dîyar e. Mêr mêran nas dikin. Merî meriyan dinasin. Zarokên ku tist têde hebin, ji bî-niyê wî/wê ra kifseye. Çav û rûyê kesan neynika hundirê kesan e....... Lê mixabin em neviyên wan xwesmêran in, merivan in, lê goranî wan nîn in. Ji bona wêyekê ye, ku jiyana me, di nava tenganiyên giran da tête domandinê. Lêbelê dîsa jî bêhêvîtî helwesteke nebas e. pêwîste ku em bi ruh û can, bi kûrayiya hundirê xwe va hewlê bi xwe bidin- Di nava ruh dil, hest û mêjiyê xwe da agirê cosiyê, gesiyê vêxin. Pirr biponijin, bas bifikrin. Bi ruh û canê xwe va, xwe ii cûdatiyê ra, ii cihêbûnê ra, ii pêsda çûnê ra, û arnlanc û mebestên rastî û bi rewac ra, ii encarn girtina dîrokî ya erîdî û nirxên zanlyarî, birewerî û nûjedî ra, xwe heleste/eleste û amade bikin. Pêwîste ku cm rnêjiyê xwe bikar bînin. Heyîya xwe, bi dilfirehî û hestên carnidî, fikrên zanyarî û bîrewenya erênî ra girê bidin. Em xwe ji jiyana xwe ya sexsî û civakî bihevra berpirsyar bizanibin. Di vî alî da em xwe erkdar bihesibînin. Goranî derfet û gengazên me yên ku hene, em vê pirsyariyê bikar bînin...... Ku di vê hêlê de cm hewlê nedine xwe, ruhên wankalik û pîrikên me, di gornên wana da diêsin û ii kerban hestiyên wan disikin. Van hestiyan ji kerban, ji qaran, ji hêrsan dihêrifin, dimesin, bi qîrcidî û xirtinî hûr dibin. Ewana mirine. Lê ruhê wana Ii me dinêrin. Ku cm goranî naveroka ruhê wana helwestê nisan nedin, ew qet me nabaxsînin. Derna ku meriv hûr û kûr û dûr Ii bûyerê binihêre, zêde girîngi xuya dike. Heta dema ku meriv liser dîmenên bûyerê hûraninê bikê, bûyer dîrokî xuya dike. Zêdetir di qada zanyatî ya ruhnasî de embazeke pirr baIkês e. Gelo di dîroka kesayetiyê da çend heb bûyerên ewha hatine pêk h- tinê. Cûreyekî pisporiya wakîno hatiye dîtinê? Tistên giran, giranbûha, yên tewrinde, di demeke kurt de nayin hînbûyin. Ji kesan, rewsan, tewsan, tewran, ji hinek helwest û amacan, sedeman, mebestan ji hinek encarnan, gotinan, pêsgotinan, nirxan û pêsdîtinan dereng tên farnkirinê, fêrbûn û hînbûyinê. Goranî naveroka van afirandinana, nasandin û navandina van mijarana demandin û tewirandin cûdatiyê tînin holê. Hinek jê hene ii sedsalan sunda pêda pêda têne famkirinê, fam kirine. Ew jî dîsa her kesek ji vana hayîdar nabin. Hinek ii kesén zana, zaniyar, afirandêr fêr dibin û hîn dibin. |
|||