![]() |
|||
| Bûyera Hespê Ellos û Rewsa Hinek Kesan Van malên ku zivistanê, Ii van derana sekan dibûn, bi pirranî xanî wan û erdên wana Ii wan deran hebûn. Hinekê wan jî xanû û erdû wan tune bûn. Ji bona wê yekê di xaniyên xelkê da, di yê biyaniyan da bi çendemî-demdemî diman. Bi cih dibûn. Demsala xwe ya zivistanî derbas dikirin. Evê hanên ku Ii van cîhana-ciyana diman payîzê pezên xwe, ajalên-heywanên xwe, didane cem hinekên ku diçûne jêrê-Berri'yê. Van tersên wanan, heyanî dawiya demsala biharê, Ii ba wan kesan diman. Wana ji xweyîtî û miqatebûna malê mayiyan berpirsiyar bûn. Hemberê vê keda wan kesan Ii aliyê xwedanê ajalan da pere (dirav) dihate dayîn. Bi aliyê peran va kara wan kedvana dibû. Van meriyana, ên pezê kesên Ii gundan mayî sekanî dibirin, ên-yên ku îdara malîtiya wana da kêmî hebûn, ev kesana bûn, Ji aliyê aborî da di tenganîyê de bûn. Bi vê awayî kêmaniyên xwe sivik dikirin. Xwediyên pez, goranî hêjmara pez-ters, mesrefa ku 1ê diçû ti hinek pere, heqê-mafê ked, xwedî kirin, miqate bûn û qayîlkirina wana didana wanan. Di nava esîra me da, gellek malan da hespê kihêl hebûn. Van hespana, di nava ê1ê û êlan de, di nava kesên esîrê de, nedihatin gihîstandinê. An iî bigotineke dinê hilberînî (ûretim) ya wana ji xwe ra nekirine pîse. Van hespana, ji aliyê basûrê welat dianîn. Wexta ku esîret bi mal û ters û eyalê xwe va ji payîzê heyanî biharê diçû Ii Berrî'yê zivistanî dibû, ew hespên kehêl ji wê derê ji wan deran distandin. Bi piranî hespên nêr distandin ji vana yek heb, ji ên fehl bûn. Ev ii bona tov girtinê bûn. Yên serek bûn, bijarte bûn, ji bona toximîyê-toximtîyê bijaretiyî bûn. Wana yê tovan, ji yên diman buhatir bûn. Yek carinan, yek heban, yek mirovan, yek hespên mehînî digirtin, dikirrîn. Lê wexta van mehînana distandin jî, bi timtêla hespên nêr bikardanîn. Eynî weke hespên nêr 1ê siwar dibûn û mîna wana digerandin û dibezandin. Li wana mîna yên nêr tadayî dikirin. Goranî pêwîstiya xwezayiya wana 1ê ne diniherîn. Veyêsandin û aramî û 1ê zêde bûna wana ji wana ra maf ne pejirandin, ji bona wê yekê jî canî-ber, berdarî ne distendin. Aliyekê dinê jî, hinekî jî kêmhisî dikirin. Ne dihate his û bîra wana ku heta kî çaxê em jibo hespên kehêl peran didin û distînin. Vana mîna timî ji jiyana me ra divê ne. Em wana mîna pezê xwe, Ii ba xwe bi keda xwe hilberînînin. Va yeka jî karekî hêsan e. Ne digotin, biryar ne didanê ku em çend bi cisinê bas, ên mehînî, ev bijarte, bedew, serek û goranî ku wana bînîne ba, bikine tov kirî, hespên nêrê tovan, toximîdar, fahlên bas bistînin. Bira-bila Ii ba me 1ê zêde bin. Em jî, ji mesrafa kirrîna wanan xilas bin. Em awayî bikin, ji pêwîstiya me zêdetir ku hate navendê, holê em wana jî Ii der û dorên xwe bifirosin. Ku Ii welatê serhedê bikirrên van hespanan pir jî zêde bûn. Divê hêlê de jî aboriya wana daha zexm, xurt dibû. Berrî'ya esîreta me Bertiyan, bi navê gelemperî "Berrî ya Milan-Millan" bû. Ev der di nav bera xeta Sûrî û Serekanîyê û Wêransarê de bû. Hêla wî yê bakur, heya quntarê Qelestaxê, Dêrik û Mêrdînê bû, peyiva-bêjeya Berrî'yê bi wateya ferhenga kurdana bi jiyan e, cihê (ciyê) herêma, dera ku kîswer 1ê nerm derbaz dibe, cihê ku zivistanê berf, pûg, bager, bagêr, bahoz, cemed, qesa... 1ê çênabe ye. Ji ciyê ewha ra kurdan û gelên dinên Ii welatî jiyana xwe kudandine, domandine, dêmaniyên vî welatê xuya û berçav û navdar, welatê ku ji jîndaran ra hêsan û berdar da hewla jiyana civakî û komeletî nisan dane, gotine Berrî. Berrî' ya Milan û Berrî' ya Rewanê bi navdar in di dîroka Mezra Botan da-Mezopotamya'yê da. Di parvekirina navneteweyî/ya dawiyê de, besek Berrî'ya Milan (Bertiyan) di nava tixûbê Sûrî de ma ye. Esîret di nava wan salana da bi tevayî, ji aliyê pere û zêr û heywanan de dewlemend bû, xwediyê êxliyên bergîran, qantiran û keran bûn. Ji van ajalên yeksim û pêve xwediyên komên deveyan bûn, jixwe keriyên, birrên pez bi sedan bûn. An jî bi gotineke dinê, bi lewzekî cuda hejmara pezên wana bi deh hezaran bûn. Ji malmezinên esîretê hinekan ji xwe re hespên kehêl distendin. Lê carinan yek malan, yek kesan du heb, sê heb hesp bi hev re digirtin. Ji endamên esîretê besek jî, dewlemend nebûn jî, ji hewesa-hezkirina xwe ya zêde, bi derfetên kêmanî de jî, ji xwe re hesp distandin. Lê van meriyên xwedan kemanî,teng derfet hespên kembuha distandin. An jî canî (I-3 salî) dikirrîn. Buhayên wana hindik bûn. Carinan 2-3 salan sûn da hespên serdestbas , hêja ji nava vana xuya dikirin. Wana ji wan hespan, pir zewq digirtin. Ji vê yeka û sûn, ve bi van hespan karê xwe yê teqeze didîtin. Daha wêdetir jî baweriyeke gelemperî hebû hespa (hespê)kehêl, bi yom û bi rizq e. Li ber derê kijan malê hespê(a) Kehêl hebe û ew mala mêvanan bihebîne, ji wî mirovî, ji wê malê qet heyê kêni nabe. Xwedê-xweda pêwîstiyên Însananên aborî û rikinên însanî di ser wan meriyan da dibarîne, dirijîne. Bawerî û mebest bi hev re ewha bû. Ji bona van yekana, van sedemana goranî gengazên aborîyên wê çaxê, bi perekî zêde ew hespana distendin. Ji boyî van sedemana xwediyên hespan, va xwedîtiya. ji xwe ra serwet û nisêtê serefekî giran dihesibandin. Ji bona van sebebana, sedemana bi taybetî Ii wana dinihêrin. Zîn û cilhesp û resme û hevsar û lîwana wana bi tevayî nemaze diha- tine bijartin û girtin. Xwarina wan hespan jî taybetîtî nisan didan. Ji xwediyên wan pirr kesan, cehê ku didan wana didane sûstin. Didane hilçinandin. Bijarte dikirin. Tistên biyanî ji nava cehê xwarina hesp(ê) vediqetandin. Daha zimanekî vekirî tistê mîna kevirê hûr, xilorîg û ên mîna vanan yên biyanî, ji nava cehê hesp derdixistin. Ji xwarinê pêvetir, Ii nihêrtina wana jî hûr û kûr û bi baIkêsîtî bû. Van kesan-însanan dema ku di konan da jiyana xwe didomandin, di binê konan da ciyê, sûna taybetî ji wana ra çêdikirin. Dora wanan û bedena wanan diniximandin. Ku ji bona ewana bandora ba û bayan û silî û sar û sermayan werine-bîne parastin. Tendurustiya wana nekeve xeterê. Meriyê ciwan-xort rojê çend caran ew hespana qesawî dikirin. Dawiya qesawiyê bi destan, bi kefên destên xwe, bi tiliyên xwe canê wan bi tevayî mist didan. Bi destmalên mezin û sitûr û tistên ji tayê herîyê-hiriyê rîsandiye mîna lepik, ên nerm canên-kirasên wana pir qor, pir fesal mist didan. Meriv dikare bibêje, wan mirovan, ji xwe û jin û zar û zeçên xwe bêhtirzêdetir; Ii hespan dinihêrîn û ew girîng didîtin. Bi gotineke kurtayî pir zehf wana di hêvîsandin. Lê demsala ku Ii gundan de jî sekan (sêkan) diman, wan 1ê mêzekirineke taybetî di tewlan de didomandin. Di nava jiyana van kesane, rnalbatî û civatî de jî, rindî û bastir û cudatiya mîrata kehêliya wan û bejin û bal û qilafetê wana û wêneya wana dihatin qiyaskirin-berhevdakirin berdan çav nêrî kirin. Bi her awayî danasiya wan dihate kirin. Her kesekî û tevî hinek alîkarê, alîgirê xwe, pesinê hespê (hespa) xwe dida. Astema (verîmlî) hespê xwe dianîn ziman. Bangesa (propaganda) yên xwe ra hewl didan. Ji marîfet û jîrekî û pir bezîn û beza bûn û di hêz bêze de bîhn fireh bûn û domdartiya hespên xwe qezî dikirin. Çaxa van peyîv, qezî, qisedan, sor, galgal û nirx û nîqasana dihatine kirin, pir ges û bi ços dibûn. Hînê jî mîna îroyînî wan dîmen û timsêtên wana mîna wêneya zindî tên bîra me û ber çavên me. Em zaro bûn-zarok bûn jî, me jî bi çoseke tîr û fireh û mezin ewana guhdarî dikirin. Me jî mînanî wanan-mezinan ew tistana di nava xwe da di nirxandin, pirr qal dikirin. Me piçakan jî xwe mîna ên giran, xwe ji gengesiyan sûn ve ne didan û ne dihistin. Bas tê bîra min, di van galgalana da, xeberdana da pirr jî 1ê zêde kirin dibûn. Pirr tewatil tê de hebûn. Bi xwezayî ii her allî de, van hespna bi reng û bejn (bejin) û tenik û sitûr û bilind û nizm û pehet û nerm û bican û kêmcan û bi her cêreyê diyariya xwe ji hev cuda bûn. Bi xwederî gewsîn (taybet) a wana û gewzîn (estetîk) a wana û hêsinê (cevher-oz) wana mîna hev ne bûn. Cûre cûre bûn. Ji hev cudatir bûn. Bêsik gêrûfena (yetenek) wan ajan jî bi wek hevî nebû. .Di zagona xwezayê de tistê weha ne gengaz bû. Cisin û mîrata wana jî ne wekî hev bûn. Bi navê taybet, cuda cuda qurm û rehên wana dihatine ziman kirin-levandin. Ji wan hespana yek jî Ellos'ê mala apê Hecî Elî bû. Bi piranî navên taybet Ii hespan nedikirin. Digotin hespê me, hespa me, mehîna me, hespê bêvan kesê. An jî bi rengê wî nav dikirin. Embaza Hespê Boz, Hespê Kumeyt, Hespê Qemer, Hespê sê, Hespê Sorboz, Hespê Resboz, Hespê Qule, Mehîna Kumeyta Kabres, Mehîna Resa Enî Bes....... Yek haban jî navê wan bebûn. Van navana gellek carinan di kirrîna wî (wê) da nav lêkirî bû. Bi wî navî ve girtibû. Ev nav dihate gotin. Bi wî navî bang lê dikirin. Carinan jî ji sitendinê sûnde navek jê ra diecibandin, navê mîna-wekî Dehman, Semlan, Tozan, Zoro, Rêbirr, Xezal, Yawel, Xerganî, Kovî Hulî (kartal), Baz, Girtok, Sûrik, Qetaw, Newroz. Ew nava (Ellos) kê, ji bona çi, çi mebest û armancê, sedemê Ii wî-vî hespê kiribû nizanim. Lê bi tevayî werre dihate nav kirin û bang kirin. Ellos bi xwe û vî navê xwe va pir ser ziman bûbû. Malanên me, di gund de bûn. Ellos di tewlê de bû. Li wirê girêdayî bû Lê di hundur de bûna wî di rû ra rews û timsêtek nebû. Ellos di tewlê da girtine binê lê mêzekirineke girîng, nihêrîntina wî bi awayekî awarte bû. Çend heb peyayên ciwan bi hewre Ii Ellos miqate dibûn. Van xortana, bi taybetî, ji bona bi bal û balkêsî, ji hesp ra hatine karbidest kirin. Ez wê demê 6-7 saleyîn bûm. Qasî ku tê bîra min, Ellos yekê rengêkirasê wî sê bû. Bejina wî bilind bû. Diyarî wî sitûr-kalind bû. Eniya wî bes bû. Sim û kab (kaw) û pê û hêt û saxirî û pist û sitû û serî û nav û navzik û navkêla wî, wesleyên wî Ii hev hatibûn. Di pejna wî da, da nava wesleyên wî da goranî hevbûn hebû, qeysokîtî hebû, wezin hebû. Nelihevîtî tune bû. Di nigik-lingik didu (dudu) yê wî de çaltî jî hebû. Di hundurê tewlê da kuncek-quncek ji Ellos re hatibû qetandin-taybetkirin. Xeynî dîwanan, doraliyê dinê cax kiribûn. Bi qasî navekê bilind bi daran hatibû risandin. Va çêkirana hanê jî, bi bal, bi qeys (êlçû) û xwesik hatibû çêkirin. Mezinan-peyan-xwedî malan yek caran, diçûn Ellos di tewlê da didîtin. Carna jî derdixistin derva. Lê dinihêrin û Ii ser dipeyivîn. Wê tawê wî haywanî, hewa paqij disten û bîhn fireh dibû. Lê wan derxistinên wî yên derveyî jî ne hêsan bûn. Ji boyî derxistina wiyane derve, elesteyiyeke bi taybetî dihate kirin. Hesp beriya her tistî pir dihate paqiskirin. Du kesê jêhatî. Zîrek û xurt bi hev ra, bi hevsar, resme û lîwanê wî digirtin. Ji tewlê bi tevgereke giran berve deryê derve rewî dibûn. Wê çaxê Ellos bi dengên giran, yên awata xirtîn teqîn, reqîn bi hucam û xofdariyê mezin derdixistin derê. Wê demê hinekan li ber disekinîn dua dikrin.Digotin "ya Rabbî,ya xwedê,ya xwedanê sev û rojê , tu me tev hevan û hesp ji qedan ji belan, ji caviniyê, ji nefesa xiraban biparêze tu ji me ra sêrketinê bike qismet. tu me li roja cêl, azmûn û bezê, bi me re,roja oxirmê serfîraz bike, tu rindî, rûmetî rûgesiyê û dilxwesîyê ji me ra parxîne , tu me fedîkar û sermezar dernexîne tu me ji xeterê vesartî dûr bixîne, tu me û xirabî û xiraban Ii hev neqesidîne tu me ji dafîkên neyaranên bêxewîr dar bixîne. Ellos bi xisimeke, semateke, heybeteke, xofeke, diyariyeke balkês derdixistin derve. Bi da xwarin û 1ê mêzekirin û kayitkirin û rnistandin û can ferikandin û veyêsandinê, weqas hêzeke tîr û zehf ê zêde di heyiya Ellos da barxane (depo) bûbû ku, ji bona wê yekê hesp be hemdê xwe hereket û tevger nîsan didan. Û xwe hildavêt, xwe Ii ba dixist, erd pêkol dikir, li der û dorên xwe bi hiskî û bi heybet dinihêrt, di-hîsiya û ji dev û pozê wî, ji kirnikên-pirnikên wî hilm û box difûriya. Wê demê-tawe-caxê-wextê di gund da 8-10 hespên kehê1ên dinê jî hebûn.Ya yekemîn ev bû biryar dabûne hesp havînê Ii zozana tevî bazdin Ii merc dibû. Ya duyemîn ev bû ku mala Apo ew dora wan, baxirê wan goranî wê timsête taybetiya wan hebû. Ew nemaza bi vî awayî di nava esîretê da bi xwederî (xwezayî) hebû. Lê ya mala Apo zehf bû, zêde bû. Wan peywendiyên danûsitendinên hanê ji ev dinan bêhtir tîr bû. Ji bona vê yekê Ellos bi zêdeyî dibû rnijara xeberdan, niqas gengesî û nirxandinê. Di nava xwe da sûrê serketinê û pêsketinê daha zêde Ii ser heyî û pista Ellos danîbûn, jî bona ku havînê. Ii zozana, 1i servdînê Ellos tevî 8-10 hespên dinê dikeve oxirmê, bezeke giran e bi sert. Ji bona wê yekê. ii niha va bi bîr û mebestên xwe va ketibûn tekosîna bezê-bazê, azmûna bi merc. Ku wê rojê serketin, pêshatin û rûsipîtiya wê çalakiyê bibe para wan. Ji wê sahiya ku para xwe xwestin besdar bibin Xelk û êla gund di dem û timsêt û tevger û kêseke werre da bû ku, rojê bi kemîcarekêli ser hespan û , Ellos peyiv û gengesî çêdibû. Ellos di pesinîn. Dihate pesinandinê.Ê tawê de xeynî xwediyên Ellos, hinek sorbexur, serselik , nandoz, tirsîkxur, nanê xwe genimî kir û sotikên der û dorê jî, EIIos dikirin rnijara . gengesî, guftugoh û salixdan û pesinê-pesinandinê. Bi gotin û bi hevra tew kirinê. Ellos ji erdê rakirin, bi hewa xistûn. Ji van tirsikvnan, sotikan besekî digotin "xwedêyo, îsê-karê te çiqas rnezine û ji hisê însanan dûre, dere. Hisê mirovan kar, kirin. çêkirin, xuluqandin û afirandina te nikare fêr bibe, hîn bibe. Te va hespa çawa ewqas bas, rind, çê, xwesik, jîr, lihevhatî, gewzîn çêkiriye. Meriv dibêje kanê te sirf rnezinbûna xwe bi bas çêkirina wî ajalî bi kesan daye hesandin, nîsan daye û aniye holê. Însan bi vê afirandinê bi giranî û bê serî û bê dawîbûna xwe û tenêtiya xwe haydar kiriye. Di çêkirina wî heywanî de tajiengast (qusur)kê nabîne. His û hisyarî û hest û mejî û kurayiya ruh û dilê kesan be dewîtiya te nikare bipejirîne. Ev yeka bêgengaz e, bi derfet e, ji hêsinê, cewherê însanan dere. Dilêriya (forma) bingeha hisyariya însanan ji fahmkirina mezinahiya te ra bes nayê. Ev hespê hanê weqas bêqisûr, bêkêmî hatiye afirandinê, meriv heyîr û mahtel dimîne. Mirov ji xwedê fedî dike û ditirse ku bi herdu çavan 1ê bibalkêsî mêze bike. Bê kemî û di pasiya wî da tu carekê jî heywan Ii rûyê gerdûnê ne hatiye dîtinê. Va heyiya, va dîmena, va bûyera ev e ku, bitaybetî xwedayê alemê alîgiriya xwe ji me ra diyar kiriye, pêwîste merî, em, meriyên me, em bi tevayî di hisyariya cudatiya vê yeka da bin. Hespekî nola wiyan ji xwe Ii tu kesan tune. Ne derfete ku hebe jî. Lê yê weha Ii nava esîreta me, Ii nava esîretan, Ii nava herêman, Ii nava welatê me,Ii nava welatan û Ii nava dinyayê û welatên dinyayê jî nayêne dîtin û xuyabûn. Ewe ku meriv bibê tim û tim xweda ji aliyê xweda vî heywanî, vî jîndarî, vî bimbarekî, vî qudretî bisitirîne." Yekî bigotana "hesp çawa ye?" ji aliyê ên dinê ra bersiv "xwedê sitar bike" bû. Pîvana vana tune bû. Pîv û pîvan ji vana yê hanê ra bê pîv û bê pîvandin bû. Di bawerî, mebest, pîv, qeys, pîvan û wezîna wana ra erênî tune bû. Wezîna wana bi naveroka xwe neyênî bû. Di nava van camêranan da yek hebên bi his, hisyarî, bi wezîn, bêxweskirin, bêderew jî hebûn. Lê evên hana bi hejmarî bi çendî kêm bûn. Nikaribûn di nava ewên dinan da, nirxên xwe yên taybetî û bi serêxwetî bigotina, bavêtana holê. Lewre ku ev derfetên vekirina peyivandin û nirxandinên wana tune bûn. Ji bona wê yêke ew jî bêdeng, bêawaz, bêqezîkirin, di nava wanan da bi ruhekê di tenganiyê da jiyana xwe dikudandin. Ji vanê bi wî awayî yekî dilê xwe hebana goranî terazî, mezîn pîvana hisê xwe, kemiya ku gotinên wanan û hesp da didî (didît) jî nikaribû bîne ziman. Ku tistekî weha bihatana gotinê wê demê ji êrîsa tevên dinê ra dibû hedef. Ji awahatîya wêde jî, ji xisima Apo (Apê Hêcî Elî) jî zêde xwe kef dikirin. Ji bêkêfî û gefên Apo, bi baleke mezin, xwe diparastin. Nedixwastin ji wî alliyê da ser ziman bibin. Yekî bi tewrî çewtî bikirana bi misogerî ewê bihatana qewitandinê. (qewirandin nîn e, ewha nivsandin xelitiye) Xaniyê, banê mala Apo di navenda gund de bû. Ban bi binî û ser bû. Du qat bû. Goranî avayiyên gundan avayiyeke bilind, qir, fireh, Ii tê de sûnbûn û bikaranînê re bi fesal bû. Mala Apo ji mal mezinan bû. Ji dewlemendan bû. Ji serekan bû, ji xanedanan bû. Ji malanê derî vekirî bû. Hatî û çûyiyan ra, ji mêvanan ra amade bû. Ji van timsêtana ra bi ewle bû. Odeyeke mala Apo yê mêvanan hebû. Di çêkirin û avakirina xanî da ev odeya bitaybetî ji bona mêvanan hatibû lêkirin, çêkirin, avakirin. Mêvan hebûna, tunebûna bicivakî tê de kom dibûn, diciviyan. Çawa ku jiyanê re, domandina jiyana civakî re û danûsitandina jiyana civakî re û danûsitandinê re, pêvendiyên (pêwendî) însanan re pergal û rêk û pêk hebû, pêwîst bû, ji bona vê o deyayî jî pergal hebû. Çûyina wê derê derî vekirin, ketandina hundur Ii odê Ii ku derê. Ii kî cihî, çawa rûnistandin, ji aliyên yên hundur da û xwedî û nûnerê malê hember dayîna wî, qisedan, rabûn û derketin bi goranî çarçiva pergala têde dihate domandinê Mîna wê mala hanê çend heb malên dinên jê hebûn di gund de. Heta ji van malana hinek daha zêde bi nav bûn. Ema tewra Apo û jê ra ristikvanê doranî wî daha zêde, zehf bideng û bibandor bûn. Di van odeyan da, goranî tore û ûsûl û fesal û jiyan û mijar û pêwîstiyên jiyana wê demê, teraq, qisedan, qezîkirin, Ii berhevdan û ges û cos parvekirin xwes dihate hesibandin. Lê yek rojan ku di odeya da peyivandin ges dibû. Cos girtî dibûn. Xwe nedigirtin. Pir bi deng, bêfesal, bêpîv, bêpîvan, bêqeys, bê wezîn û bêmezîn sorkirin ditewirandin. Di nava wê rewsa werre da dengên wana hev û dû dibirin. Kesî Ii kesî tistek serder û serwext nedikir. Gengesî dikete tewra awarte. Wê tawê gotaran hewl didane xwe kî pirr qîriya. Kê zêde sewt derxist xwe Ii ser dihesiband. Wê çaxê xirecir û qirreqir bêsînor xwe dida xuyakirin. Dibû dengê bajarê (zinarê, geliyê) teyran. Tiçtek nedihate fahm kirinê. Ên derva bazdidan. Diçûn. Digotin "herhal pirsên wana ber hevde çûn, pevdiçînin, lihev dixin. lihev didin. Em biçin wana bidine sekinandinê." Digihîstin odeyê, diniherîn ku ne werre ye. Di kêfê da ne. Ji van dawiyê çûyiyana, carinan ew jî besdarî wana dibûn û diqîriyan. Hinek diwestiyan bi xwe disekinîn. Hinekan jî qîrandî ra digotin "lo we xêr e, wa çawa qisedane, van qezîkirina we neçê ye, va tewr û timsêta ne kar û rewsa camêran û maqûlane... hêdî qise bikin. Vê gund ê însanên derve bêaram kir. Jê wêde hûn weqas bidengê bilind û bêûsûl qisedikin ku hûn bi xwe ji hev û dû tistekî fêr nabin. Ez heyrana we dibim va çiye, çi tawa ye. We qasana bidenge bilind qîrandin sor nabe. Van tewr, rews û timsêtê weha ji me tevan ra xirab e. Bi wihatiyê em ji pîrekan. ciwanan û zarokan re dibin mînakên xirab, Hela însanên neyar û meriyên biyanî van dimenên mena bibînin û bibihîsin, ji me ra serm û kêmasî ye. Demekê di qisedanê da nerm dibûn. Lê demeke sûnde dîsa dest pê dikirin. Yek rojan lihev diketin. Sewt radibûn, dengên wana dijwar di- bûn, birra dibûn kelij pê diketin. Mîna Mûradê, ava Heftreng lem û lem jê dihatin. Nola ava, çemên biharê pêl didan. Deng bahoz dihate navendê. Di nava van dengên g bilind, birra, sitûr, bi hev ra pelda û ravdayî da yek peyivê mîna "mafên kesan pîroz bête zanîn, ku mîna min ne bû ezê nola-weke keran bizirrim, ku ez digotina xwe da xelet bim bila navê rnirovan Ii ser min rabe, merivê ku Ii gotina xwe xwedî dernekeve Ii namûsa xwe jî xwedî dernakeve, merivê bêxîret însan nîn e, xîret kirine gost avêtine ber kûçikan wana ew ne xwariye, ga dimire çerm dimîne însan dimire nav dimîne, jina çê rûyê merivan sipî dike, hespê bas û çeka bas mîna pîreka bas ji meriyan ra divê ye, hesp û çeka çê ji bona roja tenganî pêwîstin..." Di nava wê hella-mellayê da jî, ji gotinên xwe yên civakiyên pêgirtî sûnde ne diman. Tev meriyên çolan bûn. Ên derve bûn. Ên ne bajarî bûn. Saristaniya wana tune bû, wana yên Ii ser xwezayê gerrok bûn. Jiyana wana kêm di nava sînoran da dihate kudandin. Ji bona wê-vê yekê dengên wana her tim bilind bûn. Nizanî bûn hêdî xeber bidin. Yek carinan merivê sitranbêj dihatin mêvan dibûn, diman. Yek heb dengbêj an jî nîvdengbêj di nava peyayên esîretê da jî hebûn. Carinan wexta ku vana Ii civakê hebûna, batana dîtînê, jê re digotin em dixwazin hûn-tu ji me ra hinekî kilaman bêjî-bibêjî. Ji vanan tek heban xwe nediêsandin. Li ber ne disekinîn. Kilam digotin. Bê tekosîn qasî ku dizanîbûn digotin. Guhdaran jî jêra sipas dikirin. Lê pirrên caran kilambêjan, kilamgotan xwe Ii nazan dadanîn. Wexta ji aliyê civakê da daxwaziya kilamgotinê dihate kirinê, digotin "ez nexwesim, min serma girtiye, ez zekemî bûme, min ava bi qesa, ava cemidandî vexwariye dengê min ketiye...... ez ji we tevan rica dikim, îro-vê rojê ji min bigerrin, ji min dev berdin, bi xêr û xwesî be, bi temenê dirêj be, rojên dinyayê û rojên jiyanê neqediyane, rojeke bi kês were bi qismet be, ezê ji bona xatirê we merivên ezîz û hêja, çiqas kilamên min hene, ezê tevayan ji we ra bibêjim. "Wana jî digotin" xwedê ji dengbêjan razî be, karê we ye, Ii her derê, her wextê beriya gotinê hûn nazan dikin, dura dibêjin. Serê me meyêsînin, em ji te nagerrin, ji te dev bernadin. Çara te tune ye.Tuyê ji me ra bibêjî. Ne hewca lava kirinê ye. Bibêje birayo, birako bibêje. "Ji yên dora xwe ra digotin" hela ji camêr ra hinek avserbet bînin bila vexwe. Du heb hêkê çîg-xag jî jê ra bînin bila wan jî vexwe. Wanan jî daqultîne-daqurtîne. Bila dengê wî vebe, bibe mîna dengê kewê madrosî Ii ser zinaran û bêje. Mirov rêya filitandinê ji xwe ra nedidît. Bi Misogerî dest pê dikir digot. Wexta ku dengbêjan kilam digotin, distiran pirr bê deng û melûl diman. Di çavê wan ra, rûyê wan ra xuya dibû ku, pirr hest dibûn, ku sitranbêjan hêdî hêdî, hûrîk hûrîk distiran Ii guhdaran dilsotî, bêdengî û ruh kelijîtî zehf dibû. Nisêtên ewha diyar dibûn. Guhdaran ji kilamgot ra pirr sipasdarî nîsan didan. Carinan dengbêj wexta ku bi fesal û xwesik distira, mijar dikete nava hev û dû, mijarê reh û pence davêt, neheqî û bêkesîtî di mijarê da diqewimî, coseke giranî di ruh û dil û mêjiyê hinekan da xwe bi dijwarî rava dikir, zîl dida, pel dida, sax diavêt. Wê tawê ew mirova di cihê xwe da neditewit." Edlayiya, mafdariya civakî û dîrokî ya jiyanê Ii can û cesedê wî kar dikir. Wê gavê digot "Ax ca niha ez Ii hespekî mîna Ellos ê jîr û jêhatî siyar bûma, tifing û rexta mina tijî bi mi ra girêdayî bûya, sûrekî-sormiyekî bas ê birra di destê mi da bûya, min bi lezeke mîna çav qirpandinekê de xwe bi wê derê gihîstandina û awha awha bikirina, heq baniya sûnê, tistên,, daxwazên xwe bikaranîna, bila wê gavê xwedê emanetê xwe ji min bigirtana." Lê çaxa Ii ser pez, mêraniyê-mêrxasiyê, lehengiyê û hespan dihate peyivandin ges dibûn, cos dibûn, agir dikete can û ruhên wan. Ruhên wana ewqas gerrn dibû, pê1 û pêl diavêt cesedê wana jê ra teng dihat. Can ji dil û ruhûn wana ra dibû mîna girtîgeh, girtîxane. Wê demê di sûna xweda ne ditewitîn. Çerên felekê û astengiyên Ii ber wana xuya dibûn dikirin. Yek deman ku bêdeng diman, yekî ji wana digo "hela xeber bidin lo. Qey hewa mirinê ketiye ser me. Cemat, civîn, civak, civat, kom, kombûn bi galgalan, bi qeziyan, bi qisedan û sorkirinê xwes dibe. Peyayên, endamên civatan divê her demê bikaribe mijaran bavê navendê. Mijaran bibijêre û Ii ser xeber de. Niqas û gengesiyê berfireh bike." Wexta yekî ewha digot, yên digotin belê, werganiye. Ji bona sorweskirinê hewl di xwe da dicivandin. Hewl didane xwe û ji bona qise xweskirinê ruhê xwe jîr û tîr dikirin. Qet tistek wê gavê nehatana bîra wana, hisê wana di cih da mijara hespan vedikirin, zemanê xwe pê derbas dikirin, ji bêdengiya xirab difilitîn, ji wê neçêyiyê xilas dibûn. Va Ii ser sekinî bûna hespan ji wana ra pêwîst bû, divê bû. Hesp goreyê jiyana wê demê ji hîmên heyî û jîna wana bûn. Pir kar bi hespan diqediya. Hela hespê(a) kehêl di nava, naveroka jiyana wanan da pir, zêde, zehf û gellek girîng bû. Van hespên awayî pere bû, serwet bû, dewlemendî bû, nisêtê ji xwe re hezikirin û xwe û malbata xwe ra birêz bûn bû, xwedîtiya derfetên zêdeyî bû, zû kar qedandin bû, zewq pêwîstiya jiyana wê demê hemberê otomîbeleke, tirumpêleke, pir bas û buha yê îroyînî bû. Meriyê ku wê çaxê hespekî xwe yê weha tune bûya digot ku "ez çawa bikim, ez peya me. Loma îsên, karên min nayêne qedandinê." Yekî ji bona yekê bêhesp digo "jarîtiyê, çawa bike, mêrik peya ye, hespê xwe tuneye karê wî naqede, an jî sûnda dimîne." Ji van gotinanan kifseye ku hesp çiqas zehf, zêde girîng bûye, biye. Li herêma ku gundê me 1ê bû, te de bû, gellek mirovên navdar hebûn. Evana bi pirranî axa, beg û mîr bûn. Ji vana yek jî navê wî îzeddîn axa bû. Di navbera gundê me û gundê wî da 2-3 gund hebûn. Rojekê axa hat. Li mala Apo bû mêvan, mîvan, nîvan. Goranê navê wî, navdariya wî, hatin û armanca wî, sexsîyet û giraniya wî, pêwendiyên wî, îzzet û îkram vêrra dikin. Vî mêvanê bijarte jî hespan xwedî dike, bi hespên kihê1 emel dike, ji wana hez dike û qîmeta wana dizane. Ji hinek berhevda berdan û sohbetên Ii ser mijarên cûre bi cûre-cûr be cûr sûnde, Ii ser sîvê mijar diqelibe ser hespan. Ji hespên kehêl, hal û hewalên wan, basî û girîngiyên wan, marifetên wan, pêwîstiyên wan, nirxên Ii ser wana bi gelemperî, bi tevayî tê qisedanê û tên ber hev danê. Qala Ellos jî dibe. Bîr tê dayînê. Sibê Axayê Ellos bibîne û nirxên xwe yên ji bona wî bibêje. Civat dibêje Ellos bê qisûr e. Serdestê hespan e. Hevalê wî tune ye. Yekê mîna wî Ii dinyayê tune...... Tistên wisa dibêjin. Lê axa dibê bi xêr emê sibe bi hev ra 1ê binihêrin. Nirxên xwe bibêjin. Sewir bikin. Bi- sewirîn. Lê kesên mala Apo dîsa jî pir meraq, mereq dikin. Dibêjin ewê sibe axa dê ji bona hesp çi bibêje. Gelo ewê hesp biecibîne, neecibîne. Sev dereng dibe. Wexta pasîvan jî dibuhure, radibin. Ji axa xatir dixwazin, dixwezin. Jê ra sevbasiyê daxwaz dikin. Belav dibin. Yên odeyê bela dibin. Xeynî axa û mêrên mala Apo ewên dinê diçine malê xwe. Radikevin. Di nava nivînên xwe da razandina wana berve sibe diherike. Dikevin nava mij û dûmana xevê, nava kûrahiya, kûrayiya xeva sevê, nava kûrayî û firehiya deryaya sevê, xewê û xewnan. Di kûrayiya dil û ruhên wana da hêviya pir tistên dinê û hêviya sibe axa ji bo Ellos çawa nirxan nisan dide dimînin. Sibê dibe. Dîsan Ii odê kom dibin. Tastê dixun, wext hatiye. Ellosê derxînin derê. Ewe bi hev ra 1ê mêze bikin, temase kin. Axa yê ii dilve Ii hespê seyî, besî nigçal binêre. Ewê pîv û pîvana xwe ya bêalî û wezîna xwe ya bingehîn bilêvîne. Ewê ji bona hesp teqla bîr baweriya xwe bibêje, bavê holê, navendê. Lê kesekî sik ne dibir ku Axaye, bi zêdeyî Ii ser resenatî di hesp da heye, tune ye Ii wî alî binirxîne, lêgerîna wî dê ew be. Kom tevî axa bi hev ra derdikevin derê. Li derva, Ii ser bênderê-bêderê koma mirovan Ii dora axa sekinîne. Ji hundur, du heb xort bi hev ra Ellos derdixînine der. Wê gavê çend heb bi hev ra dibêjin "axa hesp xuyakir. Kerem bike lê binihêre. "Axa bala xwe didiye, rewsa hesp didin guheztinê ku axa bas bibîne. Axa gellek bal dide ser. Têr lê mêze dike. Dîsan hesp Ii ber axa virda wêda diçerixînin." Dewsa wî diguherînîn. Axa jî Ii dera wî ajalî diqelibe. Di vê demê da ruhxulamokê mala Apo pîsevantiya xwe ya pesinokatiyê, pesinandinê bi lez û bez bi cih tînin. Yek dibe "axa Ii çavê wî binihêre,"Ê dinê dibê "axa ezbenî Ii sitûyê wî mêze ke." Mîna ewana her yek bi aliyê ku, wesleyên wî ra bala axa didanê kisandinê. Livok û cihên hesp cuda cuda nîsanî, ravayî axa didin. Axa têr û bêr 1ê mêze dike. Dibêje bila yek Ii hesp siwar be, Ii vê axpînê hinekî bigerîne û bibezîne. Gotina wî camêrî tînîn sûnê. Hebekî ciwan, jîr Ii hesp suwar dibe. Dikeve axpînê. Siyar bi rêzil, bi fesal herikîne. Serî da hinekî bi mes dajo, durra qederekî bi girloq bi çargav, bi telew, bi xar, bi tûj bez û dawiyê hinekî jî lahzekî bayê wî temam didiye û disekine. Hesp dikisînin tewlê. Hesp xame, xwudan daye. Peyayên Ii hesp mêzekirî xwudana wî jê bigrin, xwudana zuha bikin. Ewana di tewlê da di nava wî karê xweyê taybetî da ne. Hesp diniximînin (nuxumînin), 1ê miqate dibin. Koma mirovanê derve,li ba axa sekinî Ii nirxandinê axa guhdarin. Lê axa merivê sivik nîn e, giran e, bitewale û bisewir û biteqil e. Koma însanan û dîsa diçin odeyê. Li odê rûdinin. Wê tawê ji axa dipirsin. "Axa te hesp çawa dît, tu wî çawakî dinirxînî; te hesp eciband ne eciband, kêmiya wî zêdeyiya wî goranî hespên dinan çi ne.." Ewana dirêj dipirsin. Lê bersiva axa kurt e. Axa bi hêdî dibêje "wele qasî ku min dîtiye û fahm kiriye, hespê we Ellos rewsa wî temam e, bedena lihev e, 1ê serê xwe digire, pêsiya xwe tîk digire, 1ê belê haya wî ji terriya wî, boça wî û ji dawiya wî tune ye" Axa van nirxandinên, nirxandina xwe anî ziman û lêvand. Rewîbûna xwe anî ziman. Hespê wî eleste-heleste kirin. Axa siyar bû. Xatir û rojbas xwest û çû. Ên mayî ji gotina axa fahm nekirin. Bi his û hisyarî pê nehesiyan. Lê naveroka gotina camêr hest jî nekirin. Rê nebirin ser ku, axa ji aliyê qilafetê hesp ra kemî diyar nekir. Mirov di ruhê wî da, di dil û jîrîtiya ruhê wî da- di resenatiya cisinê wî da tistên bas , ên hêvîdardayê ên erênî nedît. Ji bona ku wezin û pîv û pîvana wî cuda ba ji wana cudatir nirxandin kir. Lê wana rê nebirin ser peyivên camêr. Çima ku pîvana wana ji bona hesp wezinên bergîran bûn. Him ji bergîrê kalate. bergîra ji bona barê giran, bergîrê kon kisand, bergîrê kon bûn. Di awayî da di êxliyên bergîran da ên mîna wî bergîrî kêm bûn. Lê ii aliyê kihêltiyê da tistekî tê da xûya nedikir. Wana di nava bergîr û hespên kehê1 da mezin bûbûn, gir bûbûn, wana ji wana ra mal bûn, di sixulandin, di karê xwe da bikardadanîn ji dîsa jê tistek hîn nebûbûn. Cudatiyên wana, hêsinê wanan fêr nebûbûn, lewre ku gewzîn û hêsin û gewsîn û gêrûfen ê hespa kehêl diyar bû. Axa bi vana dizanîbû. Di rewsa Ellos da tu nisîtê kehêltiya kifse nedikir. Çavê hespê kehêl mîna çavê delaliyanê. Dibirûskin, diçirûsin, zelal in, hespên kehêl bi çavên xwe yê rind û bas va bi rnirovan ra dikenin . Di tevgera kehêlan da dileriyeke pir kêfdayî heye. Ruh û dilêrî û ruhnasiya hespê kehêl mîna yên însanên zana, iîsanên dilwes, hevaldest, yên bi hestên însanî, rnerivê asitîxwaz...... Wesle û civak û bi tevayî can û cesedê wana tevî ruhên wana Ii hev hatîne. Ruhê kehêlan silê, helîm e. Gêjoyê mala Apo jî van saxanan fahm nedikirin. Xwedanên ponijandina kûr û darizandina xwederî nebûn, ji kurahiya ruh û dilê xwe ne famandibûn? ji yê jîndarên dinê çawa bifarnandina. Fam ne hînbûyîna, ji wana ra kemî nedihate hesibandin. Axa ku çû. Hinekên nezan dîsa bi hêsanî gotinên xwe yên bê berjewendî domandin. "Axa beredayî qise dike,. Axa ji vî hespê hanê çi fahm dike. Ewê çawa fahm bike. Ew ji bergîran dizane. Lê kehêlan, kehê1ên mîna vî hespî, jê zanebûn ji axa ra bêderfet e, bê îmkan e. Niha ewê pêde pêde, bi çistî, bi disîplîn were îdman kirin. Roja baze, beze,baza bi rnerc ewê bibe birq, berq, birûsk, ji serî da, ji destpêkê da ji nava hespan derkeve, bi temsêteke nedîtî ewê ravayî însanan be. Însanên tev rnatmayî û heyîr bimînin." Wexta ku sotikan weha digotin, mala Apo jî xwes û pistgirtî dibûn. Bin levken dibûn. Ji van însanan, kesan hinekan mîna axa zanibûn bûyer çawa ye. Dilê xwe hebû bêjin "mîna axa ye. Ev hesp di eslê xwe da. resena xwe da bergîr e Resen, resenatî tê da tune. Va bergîrê hanê goranî van qisedana û vê rnesre-fa ku 1ê dibe nîn e. Dawiya viya rûresî û pêkenîn e. Rewsa viyan xapînok e. Vala ye. Ji alliyê kehêletiyê da nisêtên bi ewleyitî tê da tunin. Di haretên wî da bingehîna kehêliyê tune ye. Bi kurtayî ji aliyê kehêltiyê da ne tu ye yanî sifir e. "Lê newêrîbûn van nirxên xwe bianîna ziman. An jî, ji vana yek heban, ji yek heban ra van baweriyên xwe yê neyênî digotin. Lê yê guhdar digotin "Eman eman ev fikira te bila ji te ra bimîne. Bila mala Apo pênehese. Ji te ra xirab tê. Te gune ye. Aramiya xwe xirab meke. Xwe ber xisima wana mexe." Van rewsan weha domand. Êl çûne zozana. Li zozanan jî ev rewsa hanê nehate gewirandin . Hesp hate îdman kirin. Kesekî negot di îdmanê de jî, di wî da. di rewsa wî da, di cewherê wî da hêvî tune ye. Yê ku dizanîbûn jî mîna berê derfeta wana yê gotinê tune bû. Roja axirmê hat. Li zozanê Serevdînê êrd hatiye qewl kirin. Hespê ji Avmasî'ya Xirabe-kavil û heya keviya, hesiya Qendîl'ê Pûrre Gewr bitîn bezandinê. Bi kevine azmûne û êris kirinê. Dirêjiya Ii erdê hanê qasî 20- 25 km. hebû. Serî da ji ava Avmasî Xirabe bi rê diketin. Hinekî di perrê, keviya mêrgê rê digirtin. Di binê kurra Hêsîr'an re, di mexelê rastê (Mexelê Hecî ûsif) re, hiska terazîn'ê re, hiska Merga Avgenî'yé ra, qiyameyê Qûçekana jêrîn ra, sehra jêrîn ra diketin sehra jorîn, di dawiya erdê sehra jorîn de- di navenda sehrê û Qendilê de Gever heye jê ra dibêjin Pûrre Gewî. Li wê xettê baz dawî dibû. Kîjan va erdê hanê heya qiyameyê Qûncekan erdê rehet. rast bû, va cihê hanê di despêkê de mêrg, hisk, hiske mêrg bû. Ên mayî tev kevir, qiyame, kendik, herde, hûrde, tengasî, beyare, rêya yek pê, kas, berkas, avso, hedeq, pal, berpal, berwar... bû. Di serî de, di destpêkê de erdê rasteyî ku heya nîvî, nêvî yê rê dibe, nabe, ku Ii derê, hesp û siwar nûh xwe bi rê didin. Nûh ges dibin. Can û bedena wana germ dibe, ges û bi cos dibin. Hesp zîn û siyarê xwe digirin xwe. Xwe û hespên dinê dinasin, dinasînin. Suwar ji helwesta, hest, hêz û pîvana xwe û hespê xwe û hespên dinê û siyarên wana fahm dikin, diwezinînin, diteqilînîn. Ku Ii tawî wî erdê raste tengasî, bare giran, hesabê zirav, maharet û marîfeta hesp û siwar dibe naveroka çalakiyê. Sibê roj hinekî bilind dibû, di hênikayiyê de siwar Ii destpêkê digihistin hev. Peya dibûn nav tengên zînên hespên xwe eyar dikirin. Destavên xwe dikirin. Siwar dibûn. Ji hev ra siud, tendurustî, rast hatin, bi xêrbûn û xwesîbûn dixwastin. Vê yeka sûnde bi hew re hespê xwe per dikirin û rê digirtin. Rewî dibûn. Di despêkê de û heya raste erd biqede hêdî, bi fesal diçûn. Pê hêz û rews, hal û hewalê hev diwezinandin. Ku hîmê, binyada, binax, bingeha dewala baza giran Ii qiyameyê, qameyê kesan hespên xwe siv nedikirin. Bi xar û tujbez dihatin. Serê hespan bernedidan. Caran heyanî wê dera hanê caran kesî ne bihîstibû ku hesp sist bin, an biwestin, bisekinin, ne hatibû dîtin ne jî hatibû bihîstin. Siwaran di destpêkê de xwe heleste kirin. Bi sivikayî û bi nermayî bi hev re rê girtin. Hêdî hêdî hewl dane xwe. Wê rojê hesp û siwarên wana di serî de sor bûn. Siwaran hevûdû per kirin. Ji serî da hesp tuj kirin. Hesp di ber hevre mîna maran û huliyan (qertelan) dixusitîn. Her kesek ji serî da kete nava hesabê giran û hêz, qewinî û hismendiya xwe. Her kesek bi siûd, kês (kêys) zanîn, lêhatin, maharet, hêz, bext û cisnê, cisine hespê xwe re pê girtî ma. Hespên jêhatî, zîrek, bi xwe bawer, cesûr, sivikbaz, dûmdirêj, domdirêj, bi hewl pêde, Ii pey hev, ji nav komê diherikin. Rav didan û fêz dibûn. Firk dibûn. Yên safî mîrat û bas îdmankirî, guhayê xwe bi xwe ve dadanîn. Bi poz û partafên xwe pêste pêste her ku diçûn, vedizeliyan. Siwarên van hespan kamçî, qirvanç, siv û hezîranê xwe di ser da dihejandin. Pêre va jî siyaran bi awaz, bi sewt bi dengên tund hesp helan dikirin. Vê navê da helan didane xwe jî. Bi van helanan hêz digirtin. Ges dibûn, ruh û mebesta wanê wê demê,ya wê çalakiyê tîr dibû ji tep û rep û kûfîn û nefes girtin û dayîna hespan dengekî bi xof, bi xisim derdiket. Ellos di destpêkê de rews û tevgera xwe tirsokî û tirsonekî nîsan da. Neyêniya reva xwe, rews askera kir, siyarê wî Apê Mehemed ji serî da bi xirabiya rewsê hesiya. Ji bona wê yekê çiqas ew per kir jî, jê berdarî çênebû. Ellos ewilî de dawî ji xwe ra eciband. Li hemberê hespên dinan ruhê wî daha zêde qicik bû. Kezeb dil û gurçikên wî heliyan. Rîviyên (rodî) wî qetiyan. Jehriya wî teqiya û rijiya. Bergirtiya wî, bergîra maka wî û fahl bergîrê bavê wî hatibû, ketibû bîra wî. Hatibû Ii ser eslê, feslê, kokê, rehê, qurmê, rîçikê... xwe sekinî bû. ti wir qirase bûbû. Hatina wiyane wir bê hemdê wî û xwediyên wî bû. Edlayiyê xwe diyarkiribû. Jiyane xwederîtî anîbû holê, navendê, berçav kiribû. Ellos Ii dawiya siwaran çiqas çû weqas giran bû, her çû partafên hespên dinê dirêjbûn, firehbûn, zû hatine avêtin. Yên Ellos tengbûn, kurtbûn, giranbûn. Siware heta ku hêza wî hebû, heta destê wî radibû qirvanç dikir. Bê navberî, Ii ser hev, yek histûyê wî, yek dawiya wî dixist, sirpîn, tarpîn, û sarpîna dengên kamçiyê dihatin Apê Mehemed û ne disekinîn. Dawiya Ellos ji ewilî de ketibû. Lê her diçû serî û pêsiya wî ya tîk û bilind jî diket, nizm dibû. Navbera wî û hespên dinê herdem zêde vekirî û dirêj bû, siwarên dinan hêjî hespên xwe siv nekirine. Siwarê Ellos bi lêdanê ve di ser da qîrriya, helan kir 1ê nebû. Tistekî encam neda. Ellos bi wî halê xirab heya rasta Avgeniyê kudandin. Koma hespên dinan Ii pey hev qameyê Qûnçikan xilas kirin. Navbera Ellos û hespên dinan qasî 2-3 km dirêj bû. Ên ku sehran Ii dora temase dikin, dibînin ku Ellos neyî di nava refê hespan da ye. Sotikên Ii delav dibên çi ecêb e. Çavan bû, pêwîst bû hesp Ii pêsiya hespan pirr fireh, pirr kêf batana. Eceba çi hatiye rêya hesp....... Hespên dinan germ bûbûn, her diçûn, hewl didane xwe. Ellos Ii rasta Avgeniyê pêda giran bû. Bû mîna distar. Kete çargavekê xirab. Siyar lêda. Hesp dest pêkir hejiya û leriziya kete mesê. Çend gav bi meseke bêhavil avêtin. Sekinî, sekinîbûna wî ketindina wî bi hev re bû. Apê Mehemed vê kêla ketina wî da xwe ji ser avête xwarê, xarê, jêrê. Ellos bi teng û sewteke pintî û nelihev hatî hîrriya û kûrriya. Apê Mehemed ji hêrs û qehiran bi heziranan lêda. Bi kewiran 1êxist. Liwana wî berda bû. Bi, çoyên sivanên ku Ii wê derê temase dikirin lêda. Ellosê rebenê berê ciwanên zirxinî zeft nedîbû, nikaribû xwe bide aliyekî dinê, an birewe. Ellos bêhemd û bêhis bûbû, Ii ba dibû. Li erdê diket û radibû. Dikûriya. Di bêhemdiyê da bû. Apê Mehemed bi xwederitî jî sor bû, kej bû, bor bû. Lê vê wextê ji kerman xwîdan di serra diçû. Westiya bû. Ruhê wî Ii hev ket, daha jî sor bûbû. Soroyû bêçare ji hêrsan digot "çi çekek tune ez vî heramî bikujim. Way bêxîretê heram û xirab, te çawa ked û hêviya me da vala. Bê seref, te ji me ra jî seref ne hist." Got û zîn û cîwan jê kir, jê dûrket. Wê gavê Ellos Ii erdê raza û xwe mirîkî vezeland, dirêjkir û bi ramedî nirriya, naliya, oriya û erdê da marraqe dane xwe. Goranî gotinê ên dîtî Ellos di erdê da xav dibe, Vucûd û can û cesedê wî di erdê de. Ii erdê de dikise û vedizele, kur û dirêj dibe. Bêhendê xwe serê xwe Ii erdê dixe. Pêyên xwe çewt çewt davêje û Ii erdê dixe. Pêde pêde canê wî ji ser hev de dikeve, xizînî ji gewriya wî tê. Dibe xirt xirt û teq û reqa didanên wî. Dev û diranên wî Ii hev dikevin. Kurrinî ji zikê wî de mîna ku kend bi hêrife. Dawiya wî xwe nagire. Ba bi berketin dest pê dike. Dibe xirt û zirt û kus û fissa wî. Xwe û der û dora xwe di bîhna genî da wenda dike. Qet Ii dereke, Ii doreke xwe hakim û xwedî namîne. Bela bêhis dibe, di erdê da çi bi ber devê wî dikeve, wana bi tevayî duxe, dihêre, dadiqurtîne, dadiqurtîne, dadiqurtîne. Xwelî, kevirî hûr, rêx, gûyê hisk û giyayê mîna çavêsk, guhbelik, masîjehrik, pazax. safêrîk. gûnî. quling, kînkor, kevlo... û ên dinên tevan dixwe. Ku beriya vê dema hanê wî van tistana nedixwarin. Ema vê gavê bêhemdê xwe van tistana çiqas dixwar daha zêde xirab dibû. Tendurustiya wî daha zêde dikete tengasiyê. Ramedî dimîne. Kes Ii dora wî namîne. Ji bona mirinê jê dûrdikevin. Durra çiqas dimîne, kes nabîne. Lê rojekê sûnde wî Ii nava êxliya bergîran dibînin. Ii wê tê dîtinê. Dikeve nava refê xwe. Tevgera, zagona xwezayî bandora xwe nîsan dide, Ellosê bergîr Ramedo, tê Ii ser esilê xwe, tevî refê xwe yî kewin dibe. Di nava hevalên xwe yên bergîr da firêwan. firêwan digere. Ji jiyana wana ra besdar dibe. Suç û qisûr ne ya Ellosê bêhis bû. Tawambarî, yên bêhisên ku bergîr Ii dewsa kehêlan rews kiribûn, girêdabûn ya wanan bû. Ji bûyera Ellos û sunda Ellos ji tewra xwe da. ji biqîmetbûnê da ket bû bergîr, ii bergîran bergîrek. Sir bi navê bergîrtiyê bi tenê jî nema. Navê wî "BERGÎRÊ RAMEDO" an jî Hespê Ramedo, an jî yek bêjek e "Ramedo" ji biyanîbûnê xericî." Hate ser hêsiniya xwe, Ii ser marîfeta cihê xwe rûnist. Hate gihîste mafê xwe yê xwezayîtî. Kete rehetî û aramtiyê. Di ne mafê xwederî da bû. Gihîste mafa xwe. Di nava zagona, sîstematîka jîndaran da sûna xwe, dewsa xwe, navê xwe girt. Hal vayan bû jî, ji sotikan hinekan hem ji digotin "Hesp ne weha bû. Siûda xirab wê rojê nexwes bû. Wê sibê av zêde dabûne hesp. Hesp xam histin, siwar nezan bû … lê hinekan jî digotin me ji ewilê de zanibû, hesp ne hespê çê ye. Me dizanîbû ku bergîre jî, lê me nediwêrîbû bigotana Îzeddin Axa camêr nirxên çêkir, lê ne hate pejirandin… Lê pirsên tirsikvanan daha zêde pere nekirin. Mala Apo bi xwe, bi tevayî biryar danéêku hesp di berêve ne hespekî çê biye, ji bergîran bergîrekî biye. Ev Ramedo ji vir û sûnde ji bergîrên me yek e. Lê ii wê demê û vir de, vir ve, gellek raîs, tist, însan, nirxên însan ji bona îsanan û hespan û ajalên dinê, ji bona pêwistî û guherandinê, vala bûn û tijî bûne, bas bûn û xirab bûne, kirêt bûne û sipehî bûne hatine gewiradinê. Pirr tist ji sûna xwe leqiyane, pirr tist û pîvana tistan da cudabûn çêbûn. Hinek bi tevayî hatine avêtinê. Hinek tistê ku heya wê tawê nedihatin zanîn û bikaranînê ketine nava jiyanê. Bûne sert û merc û qurm û rehê jiyanê, Ji pirr aliyan da bîr û baweriya îsanan, kesayetî û pêvendiyên însanan û jiyana sexsî û civakî hate hejandinê. Cudabûna bingehîn xwe tevayiya jîndaran û jîndariyê da xwe nîsan da. Bandora qewirandina bingehîn xwe bi însanan da pejirandinê. Va yeka bêhewl û biryar û ked û afirandin û darizandina însanên me. Kete nava pêwendî û nirxên me. Kete nava jiyana me. Bîr her awayî, kete nava wezin û pîva me. Mezînên hatine guherandin. Sedem û pêwistiyên jiyana me leq 1ê ket. Heyiya me ya sexsî û ya me ya civakî, mejiyê me û his û hisyariya me hejiya, leriziya, wesiya û hilwesiya. Vê tewr û timsêta nû, vê rewsa ganî, zindî xwe bi her kesî da pejirandinê. însan, pêwendiyên îsanan, nirxên bingehîn û di bîr û baweriya kesan da, bi pêsî û dawiya xwe va, bi pêwîstî û sedeme xwe va, rastî çewitandin û qewirandinê hatin. Hêza vê gewirandin û xwe da pejirandin û bandora ji vê yeka hatî, çaviya, çavkaniya dervayî ye. Tistên ku ji derve û dûr de hatin bi tevayî tistên teknîkî bûn. Berhem û berdariyê zaniyariyê bûn. Berhemên ku dizanînên ji jiyana milyonan kesan re malbûyî bûn.Vana zanîn û berhemên wan kesan bûn.Van kesana, kesên biyanî bûn. Hisyarî ji derva bi rewsa teknîkî kete nava jiyana me. Vê navder û navdemê de sikil, rêbaz û sewaza çandiniyê û berdariyê de diyariyeke nû, nûh penî bû Teknîkê bi tevayî ajalên yeksim û yeknig papan-mîna deveyan ji jiyana îsanan dûr xistin. Ji bona vê yekê di nava îsanan û pêwendiyên kesan û raîs û nirxên nû da hespên Ellos neman, qediyan. Sûna yek, an jî yek heb hespên mîna Ellos û kêmhis û tirsikvanên ku ji bona wê yekê hebûn, îroyînî di nava însanan da zêde bûn. însanên mîna xwediyê Ellosê ne bi hisyar, sotik û tirsikvanên dorê, roj bi roj zêde bûn. Ên mîna Îzeddîn Axa û yên tevê wî her çûn kêm bûn. Pirên îsanan ji afirandina xwe tirsiyan, ji ponijandin, nirxandin raman û armancên xwe tellandin. Ji pirsiyarî, berpirsiyariya xwe ya sexsî û civakî, gelî û neteweyîtî reviyan, xwe dane alî. Ji xwe tirsiyan. Di zikên, dilên. mêjiyên xwe da cesaret nedane xwe. Ji bona pêstebûyînê tu hewl nedane heyiya xwe. Xwe ji sexsiyet û jiyana azad û serfiraziyê revok kirin. Rêya bêberpirsiyarî û bêafirandîtî ji xwe ra kirin tewr, raîs û bingehîna jiyanê. Bûne mirûd û bûne siya hinekên dinê. Ji bona wê yekê "Ellos" di nava îsanan da pir zêde bûn. Serrafiya, nasandina, pîv û pîvandariya însanan kêm bûn. Bêsik ne bi temanmî, tevayî însan xilas bûne. Hêvîtî ji navenda civat û jiyanê naqede. Feqet "Ellos" û tirsikvanîtî gellek belav bûn. Heta hinek tistan daha sûndayî xuya kirin. Qenc "Ellos" mîna gotina Axa serî û pêsiya xwe bilind digirt. Haya wî ji dawiya wî tune bû. Lê "Ellosê ku ketine rewsa însanan Ji xwe haya wan ji dawiya wan tune. Lê mîna "Ellos" nikarin, nikanin serî û pêsiya xwe jî tîk bigirin. Heyanî ku "Ellos" û "sotik" û "kêmhis" û "tirsikvan" û ji xwe tirsonek neyêne fahm kirin, vanan kêm nebin, ên mîna axa û ên mîna ên dinê zêde nebin wê gellek zehmet û zirar bêye kisandinê. Lê van pirs vekirin û pirsgirêk anîn ziman û hêvîda mayîn ne bi tenê bese, divê hinek, gelek tistên bingehîn bêne zanîn.Heta sade, tenê bi zanînê jî nemînin. Her kesek Ii însaniyetiya xwe xwedî derkeve. Ji bona vê yeka jî, her kesek xwe di serî de, ji jiyana xwe pirsiyar, berpirsiyar bibîne, hest bike. Ku bi viyan tenê jî nabe. Ewe ku însan ji pirsgirêka jiyaniya ciwakî xwe berpirsiyar bipejirîne. Di dilê xwe da, ruhê xwe da, di mêjiyê xwe da afirandinê çêbike. Afirandinê bike bingeha, binyada, binaxa, dewala, hîmê jiyanê, çarenûsa xwe bi mêjiyê xwe yî berfireh biedilîne. Guharandin û gewirdanê di ruh û bedena xwe da, di jiyana xwe da, di pêwendiyên xwe da bike rê, rêbaz, sewaz, armanc û bingehîna zindî. Li ser qeys û nirxên însan, însanetiyê, kesayetiyê, mirovahîtiyê bê ponijandin. Mejî bê xebitandin. Her tist bi zanîn û zaniyariyê were pîvandin. Tirs ji ruh û dil û mejiyê însanan bê derxistin û bê heyîwandin û qewitandin, Di fikirandinê de bêtirsî were afirandin û bikaranîn. Mirovê ku awha nebe, ewî însan hesibandin, pejirandin ne karê kesayetiyê ye. Meriv bi mejî karanîna xwe dikeve destpêka însanîtiyê. Însan bi serê xwe nikaribe biponije û bifikire, ên ku di nava heyîya xwe da azad nebe... ji ajalan hêjatir nîn e. Merivê jê nebawer, ên bi dek û dolaprêsî, ên ji heyê û mafên însanan ra dafikdar... ên xwezayîtiyê fam nekiriye ji kêzikan çêtir nîn e. Xwedê û xweza kêmiya wan rewsana, kêzikana, kevjalana, kefsûngana... îcûlek û netûyana (sifirana) bide û wan kirêtana bi hisyariya însanan biqedîne, binerd bike |
|||