Sersaleke bê zarok, dost û heval.
Gava behsa civakên ‘nûjen' tê kirin jiyanek xwes û azad tê hisên mirovan, lê kesek nizane nûjeniya ku em niha dibînin ji xwe re çi qas bêkesiyê tîne. Ji ber ku sazî û rexistinan dest avêtine hemû tistî û kes hertim bi pirsgirekên xwe yên kesayetî mijûl in. Ji ber vê yekê jî gelek caran malbat, xizmên xwe ji bîr kirin. Mijûlbûna kesan ji xwe re egoîzmê tîne, an jî dibe sedema bêberpirsiyariyeke dijwar. Li van welatên ku em lê dimînin, gelek caran refleksên hinek kesan qels bûne. Fêrbûneke ku hemû tistî ji dewletê dixwazin heye.
Bi nêzikahiya; ‘dê dewlet alîkariyê bike' tevdigerin, lê ew nêrîn dibe sedema gelek bûyerên ku em nûjentiyê an jî dewlata sosyal ji nû ve binirxînin. Di dewletên sosyal, pêsketî an jî nûjen de, dewlet dema ku hevcehiya kesekî/ê bi pereyan habe, besên xwe yên civakî (sosyal) dixe dewreyê û alîkariyê dike. Ji bo ku dayikek mêzeyî zaroka xwe dike alikariyê ji dewletê digire û her wiha dema ku kalek (extiyar) teqawît dibe davêjin cihê ji bo pîr û kalan hatiye çêkirin û li wan tê nêrîn.
Marian û Fredrik ji wan kesên ku dewleta sosyal alikariya wan dikin in. Cidikin nakin nikarin lêgerin u hesreta Marian ji bo kurê wê bînin cih, an jî rehmekê têkin dilê kurê Marian da ku ji salê carekê bikaribe dayika xwe ziyaret bike.
Marian nêzi 80 salî ye û ew nêzi 15 salan e ku di cihê pîr û kalan (aramxane) de dimîne. Ew her sibehê di saat 7'an de tê hisyarkirin ji bo ku ew bi pîrên din re tastê bixwe. Serê wê dison, paqijiya odeya wê dikin û carna dibin salonêke derve û digerînin. Xwarina wê li restaurantê tê amedekirin û rojê ew sê caran dixwe.
Çi dikin nakin rûyê Marian nakene, ji ber ku ew du sal in wê kurê xwe neditiye. Marian li hêviyê ye ku kurê wê îsal di Cejna Noelê de bê, lê heviya wê di qurmicên rûyê wê de çilmisî. Mala kurê wê li heman bajarî ye lê ew îsal disa nehat. Marian hêviyên xwe qut nake û dibeje; belkê ew di sersalê de bê!
Xewna Marian a herî mezin ew e ku rojekê biçe nava bazarê û danûstandinê bike. Lê ji bo ku ew xewna wê bi cih be divê biryar ji rêvebiriya aramxaneyê derbikeve û destûr ji Saziya Sosyal a Extiyaran bê sitandin.
Fredrik jî 80 salî ye û ew hêj di daireya xwe de dimîne û kesên ki di sosyalê de kar dikin li wî mêze dikin. Rojê carekê kesek tê lê dinêre ka ‘dijî' an na û xwarina wî heye an na. Fredrik midûrekî sirketeke mezin bûye û wî mehmîzeke bas distand û niha jî li gorî mehmîza xwe pere werdigire. 3 zarokên Fredrik hene û hemû ji xwenda ne, xwedi kar û malbat in. Jina Fredrik sala çûyî li ba wî miriye û heta sibe bi tenê li ber serê jina xwe ya mirî maye.
Ji zarokan yek tenê di cejna Noelê de hatiye ba wî ji bo çend seatan. Çavên wî li benda her du zarokên wî yên din e û dibeje ku ew jî belkê di sersalê de bên.
Fredrik hertim bi tenê ye û tenêtiyê bandoreke mezin li ser wî histiye. Lê lêgerîna slaveke germ wî bi seatan li balkonê dide sekinandin.
Ji ber ku carekê min slaveke germ dabû wî, dema ku ez di ber wir re derbas dibim, ew her tim ji serê sibehê heta seat 7'ê li benda min bû. Min bi lez û bez slavek dida Fredrik û wî jî ev slava kurt digirt û vê rewsê 6 mehan wisa berdewan kir.
Marian û Fredrik du minakên welatên nûjen in, li van welatan bi sedan kesên ku bi tenê dijîn û hesretî slaveke germ in, hene.
Geri |