Dr. Rodî Demirkapu'nin anisina.

1993 yilinda onla Bruksel de bir açlik girevinde tanistim. 100+150 Aydin Koln den Bruksele yûrûyûs dûzenlemisti. Devrimciligi beni etkiledi.

5 Kasim ölüm yildönümiydi.

Ulan fasistno !!! We Sûrzanê min xar, we dilê min ji min bir. Hûn bawer dikine ez dê heyfa Sûrzanê xwe ji we nestînim.

Sûrzan 19 salî bû. Delalê ber dilê min bû. Wekî sûrekî tûj bû......


DR RODÎ

Derengiya sevê bû. Li xerîbiyê sev dijwar in. Xew nakeve çavê mirova, tu fizîkî li xeribiyê yî lê his û aqilê te li welêt in. Tu ji qawekê tala qawekê dikî, ne tijî dibe ne jî valo dibe. Min duh bi sev rûpelên înternetê diqulipandin, rûpela Bêrtîyan derket pês min, di wê rûpelê da min wênê Rodî Demirkapu dît. Xewa min hîng jî ji ser min çû. Bi birêz Rodî Demirkapu re serpehatiyeka mina biçûk hebû.

Sal 1993 an dem zivistan bû. Bi qasî 100-150 ronekbirên Kurdê ji welatên Ewrûpa yê cuda cuda da hatibûn cem hev ku ji Kolnê da hatanî paytexta YE Brûkslê mesekê bi darxînin û bala dewletên Ewrûpa û Amerîka biksînin ser pirsa Kurdî.

Ez jî wê demê li Almanya bûm. Ez çûm komelê min ji heval pirskir kîngê ew mesa destpê dike. Gotin îro sê-çar rojin heval li ser rêya Brûkselê ne. Ji bona ku ez tevlî vê mesê bibim, li tîranê sîwar bûm çûm Brûkselê. Mes heftekî dewam kiribû.

Ji Tirkiyê dîrokzan û zimanzan Mamostê Feqî Huseyin Saxniç , Saîr û Miftûyê Tirkiyê yî kevn Abdulrehman Durê û serokê PKDW e Îsmet Serîf Wanlî hebûn. Sala wan hersê xortên me rûspî li dora 70 an bûn. Lê heft roja bi mesvanan re bi sev û roj di bin wê baran û berfê da mesiyan. Binê linga li wan hemûya werimî û kul bûbûn.

Li wê mesê mirovekî salê xwe li dorê 35-40 bala min kisand. Hûnerek bi wî ra hebû. Cosek û welatparêziyê bi wî ra hebû. Wî bi dil û can ev kara dikir. Di destêkî wî da hoporlor hebû diqirîya digot; " Bijî Kurdistan, bijî PKK e û bijî gerîla" . Û di destê wî din da belevok hebûn. Dibezî ber mirovên Ewrûpî belevok li wan belav dikirin. Gava ku ew karê xwe diqedand vê carê jî bi cansivikî diçû cem hevala birînên wan mêzdikir û ew derman dikirin.

Pist re bi dengekî bilind helbestên xwe ji mesvana re dixwandin.

KANIYA SEDEF

Kaniya Sedef dor bi qicî
Memikê dînê kakil û kuncî
Cotek kevok lê xwericî
Memik wek ava jîyanê ji
bo wan Rodî bûye fitîl

Min ji hevalê kêlekê xwe pirskir min go ew mêrxwaza kîyê?

-Got, doktor Rodî yê.

Em li seat 19:30 an gehstin Brûkselê. Hevala ciyek ji me re amedekiribûn. Me xwarina xwe xwar gava ku em dest bi vexwarina çay û qahwê bikin. Bi qasî deh polîs û Jandarmê ketin hundirê salonê gotin, kes dengê xwe neke rews pir xirab e.

-Berpirsyarê mesê got çiyê çi bû?

-Gotin fasistên tirkê li Brûkselê rabûne ser piya di destê wan da kêr û siv hene. Ew dixwazin we di hundirê salonê da bisewtînin.

Rast e. Ew karê wan e. Ew ji bav û kalên xwe da hînî sewatê bûne. Wekî ku li Sêwazê 24 ronekbir sewaitandin.

Polîs û cenderman dora salona ku em têda dorpêçkirbûn. Bi qasî 300-400 kes li derva diqîryan. "Yasasin tirkiyê". "Bijî Tirkiyê"

Rojekê di ber wê serokê fasistan bi nunerên Qonsolosa Tirk ve civîn pêk anine ku ew çalekiyeka wiha bikin.

Rodî di lingê maseykê re girt ber ve derva bezî.

"Ulan bênamûs qe va dera jî ne Tirkiyê ku hûn me bikujin"!

Polîs ber ve wî bezî got; Mr; what are you doing? You know, case is very seriosly and dengeres. Ew vegerand.

Tu çi dikî? Rews gelek ciddî û xirabe.

Doktor Rodî vegerî ciyê xwe û çav li serê wî sor bibûn û bi mista xwe li masê xist.

Ulan fasistno !!! We Sûrzanê min xar, we dilê min ji min bir. Hûn bawer dikine ez dê heyfa Sûrzanê xwe ji we nestînim.

Polsî û cenderma em bi erebê birin ciyekî dinî dûrî bajer. Me li wir sê roja dest bi gireva birçîbûne kir. Li wê girevê ew mêrxwaza Rodî bû cîrana min. Wî ji min re qala kurê xwe kir. Fasista ew çawa kustiyê. Serê xwe hêjand û lêva xwe guvistin.

Sûrzan 19 salî bû. Delalê ber dilê min bû. Wekî sûrekî tûj bû......

Gava ku fasista doktor Rodî birîndar kirine, Sûrzan jî ketiyê dûv êrîskarê bavê xwe. Êrîskar guleyek jî berdane wî. Ew bi guleyeka dijmin sehîd ket.

"Kurê min sehîdê welatê xwe bû. Ez bi wî serbilind im". Ji bo ku ez Apocî bûm fasista êrîsa min kirin. Ez bûbûm sûjin di çavê dijmin re diçûm xar e. Em Bêrîtan bûn, kêlemê çavê dijmin bûn".

Belê xwendevanên delal; Min li jor got; xerîbî dijwarê û sevên xerîbiyê wek salan dirêjin. Xeribiyê Rodî Demirkapu roj bi roj hêland û pist re ew daqultand. Di 5 mijdara sala 2001 an da ji ber rewsa psîkolojik birêz Rodî jiyana xwe bi dawî anî. Gava ku min sahdeta wî bîhst, ez du rojan kerr û gej bûm. Ez pir li ber wî ketim. Ez ji bona vê wî bi bîrtînim. Têkoserekî bêtirs bû.

Ez di sala 2004 an da li Xarpitê li qeza KOVANCILAR a bûm.

Min ji hevalan pirsî min got hûn Rodî Demirkapu nasdikin. Ew kenin. Gotin kî wî mêrxwazî, kî wî qehremanî nasnakê kî!!. Tu hevalê wî yî?. Min go hindik. Gotin eger Bêrîtanî bibhîzin tu hevalê wî yî te bernadin. Ew ronîya çavê Bêrîtaniya bû. Hesenê Alê                                             Geri