![]() |
||||
|
Wek merivekî Bêrtî armanca min, lêkolînên di derbarê Bêrtiyan de mîna arsîvekê li deverekê komkirine. Berîtanî kîne? Li ku jiyan kirine û li ku dijîn? Herweha di vî rûpelê xwe de ezê cî bidim hin nivîskar, hunermend û helbestvanên Bêrtî. Nivîsên ku di hin rojname û kovaran de hatine capkirin ezê bê guhertin pêskês bikim. Ji bo ku bikari bim bêteref û objektif bimînim ezê, ci erênî ci neyênî, ci politik û ci apolitik bê sansur nivîsên hatinî wesandin bidim xwiyandin. Dîse hin sûretên ku min kisandine hûne bikaribin di vî rûpelî de bibînin. Helbet komkirina ewqas tist demeke dirêj divê. Ji bo wê heya ku bi destê min ve bê, ezê wan zanyariyên di destên xwe de û yên ku bikevin dest min yekser bêxim pel de. Nivîsên di pel de wê bi pênc zimanên cuda bin, Kurdî, Tirkî, Swêdî, Ingilîzî û Norvêcî. Ji bo dewlemendkirina vî pelî ez li benda alîkariya kesên ku bikaribin van nivîsan wergerînin ingilîzî, kurdî û tirkî me. Ji bo alîkariya we ji niha ve ez pir spasdar im. Bi silavên germ. Webmaster
|
||||